Jinên Êzîdî ji destên DAÎŞ’ê rizgar dibin

  • 13:55 21 Cotmeh 2017
  • Rojane
ŞENGAL - Bi berxwedana dîrokî ya şervanên azadiyê, roj bi roj jinên Êzidî yê ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAÎŞ’ê dîl hatibûn  girtin, rizgar dibin.  Jina bi navê Xewla Hecî  ku ji bajarokê Xanasorê ya girêdayî Şengalê ye, hat rizgarkirin .
 
Bi berxwedana dîrokî ya şervanên azadiyê, roj bi roj jinên Êzidî yê ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAÎŞ’ê dîl hatibûn  girtin, rizgar dibin.  Jina bi navê Xewla Hecî (19)  ku ji bajarokê Xanasorê ya girêdayî Şengalê ye, hat rizgarkirin. Bavê Xewlayê nêrîn û bextewariya xwe wiha anî ziman:” : Ez ji Bajarokê Xanasorê me ez gelekî kêfxweş im  ku îro keça  min ji destên DAÎŞ’ê  rizgar bû. Em gelek sipasiya şervanên azadiyê dikin ku îro Jinên Êzîdî ji destên van hovên DAÎŞ’ê rizgar dikin.Ji malbata min 46' kes hîn  di destên DAÎŞ’ê de ne.  Ez hêvî dikim ku rojekê ew jî rizgar bibin û bi saxî li me vegerin."