Konferansa Kevana Zêrîn berdewam dike

  • 12:23 21 Cotmeh 2017
  • Rojane
QAMIŞLO - Konferansa yekemîn a jinên Kevana Zêrîn a Bakûrê Sûriyeyê ya li Kantona Qamişloyê berdewam dike. Bi silogana "Em ê bi rihê çanda resen li Îmraliyê şîn bibin û bi rêber Apo re azad bijîn." berdewam dike.
 
Konferansa yekemîn a jinên Kevana Zêrîn a Bakûrê Sûriyeyê ya li Kantona Qamişloyê berdewam dike. Di konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat xwendin û sînezîvyon hat temaşekirin û raporên Kantonan hatin xwendin.  
 
Li ser  navê Rêbertiya Kongreya Star  Welîde Botî  axivî û got:" Ev konferansa yekemîn a çand a jinên Kevana Zêrîn a Bakûrê Sûriyeyê ye. Li mamosteyê Felsefeya Azadiyê Rêber Apo, li şehîdan, hemû jinên têkoşer li tevahî mêvanên ku tevlî konferansê bûne jî pîroz dikim. Têkoşîn, berxwedan û şoreşgertî bi her awayî di nava civakê de bi her rengî tê meşandin. Parastina jinê ya derbarê çand û hebûna xwe de heta roja me ya îro dewam dike. Ev jî rêya rastiyeke dîrokî ye.  Jinên ku heta roja îro li çanda xwe xwedî derketine û parastine xwedî bi rûmet in."
Jin hêviya siberojê ye
 
Welîda di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Bi saya têkoşîn û hewldana jinê em hatin heta vê rojê û me rûmeta xwe parast. Ji ber ku azadiya jinê pêşketina bandorek erênî li pêşketina civakê dike loma jin hêviya siberojê ye."