'Qedexeya' li 16 gund û gundikên Amedê hat rakirin
- 12:08 21 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED - Walîtiya Amedê li 16 gund û gundikên girêdayî navçeyên Hezro, Pasûr, Farqîn û Licê “qedexeya derketina kolanan” îlan kiribû. Qedexeya derketina kolanan a li 16 gund û gundikan hatibû îlankirin, hat rakirin.
Walîtiya Amedê li 16 gund û gundikên girêdayî navçeyên Hezro, Pasûr, Farqîn û Licê “qedexeya derketina kolanan” îlan kiribû. Walîtiya Amedê duh daxuyanî da û ragihand ku qedexe hatiye bidawîkirin. Gundên girêdayî Licê: Hazmaz, Helbekin, Gir, Beşişt, Entax, Babitnê, Sînê, gundikên Hevselbeg, Kolbagi, Alataş, Kalkanlî, Balkanlar, Hecî Cemîl, Esenlî, Çaylarbaşi, Goçer, Kerpiçoren, Çanak. Gund û gundikên girêdayî Hezroyê: Gundê Berbûş û mezraya Şahgeldi. Gundên navçeya Farqînê: Fişatê, Şêlima û Cûmatê. Gundikên Farqînê: Hindês, Malê Gir, Tilbiştîn û Erkenciyan. Gundên girêdayî Pasûrê: Kurikan, Temiran, Melîkan, Bodêrnê û gundikên Tiltef, Keçiveren, Yukarıpolat, Aşagipolat, Mevîk û Taşkopru.








