Aboriya jinê çavkaniya jiyanê ye!

  • 11:34 21 Cotmeh 2017
  • Rojane
DÊRIK - Berdevka Aboriya jinan a Rojava Horiya Şemdîn  derbarê Konferansa yekemîn a Koperatîfa Aboriyê de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku aboriya jinê çavkaniya jiyanê ye.
 
Yekemîn Konferansa Koperatîfan a Aboriya jinê li Bajarê Dêrikê ku girêdayî Qantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ye, di bin dirûşma  "Di federaliya Bakûrê Sûriyeyê de Koperatîf dê bibe bingeha civakbûna mirovan." hat lidarxistin. Berdevka Aboriya jin a Rojava Horiya Şemdîn  derbarê Konferansa yekemîn ya Koperatîfên Aboriyê de nêrînên xwe anî ziman û wiha got: "Di destpêkê de ez  Konferansa yekemîn a Koperatîfan li Serokê gelê Kurd Abdulah Ocalan û li hemû cangoriyên qehreman pîroz dikim. Armanca me ya lidarxistina Konferansa Koperatîfa Aboriya jinan a Rojava ew e ku em aboriya civakê  û hewcedariyê wan  û aboriya Komînal pêk bînin. Em bi hêvî ne ku di demê pêş de jî ser esasê Kooperatîfan em ê hemû hewcedarî û pêwistiyên civakê pêk bînin."
 
Horiyayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:”Ez serkeftinê ji hemû kesên ku derbarê xebatên Koperatîfan de cihê xwe girtine, dixwazim. Hêviya min ew e ku hewldana koperatîfan dê bibe sedema pêşketina civakek azad û serbixwe.”
 
Pêşketina aboriyê bingeha îradeya xurt a jinê ye
 
Hevseroka Yekîtiya Koperatîfan Nebîla Mihemed jî nêrînên xwe yên derbarê  Koperatîfan de wiha anî ziman: "Ev yekemîn Konferansa Koperatîfan a Aboriya jinê li bajarê Dêrikê tê li darxistin. Ev serkeftin û hewldanek gelek girîng e. Çimkî ji bo gel di her warî de pêş bikeve hewcedarî ji aboriyek xurt heye. Li hemû bajarên me yên Kantona Cizîrê Koperatîf  hatin avakirin. Ji aliyê Sînaî, Zîraî, Ticarî û sewaldarî re, gelek bajarên ku hatin rizgarkirin em van projeyên xwe li wir pêk tînin. Li  Minbiç, Tebqa û Reqayê jî Koperatîf  hatine avakirin. Niha jî li Bajarê Minbicê hin gavên nuh têne avêtin. Li Reqa û Tebqayê aborî hatiye avakirin. Lê di hundirê wê de wek Koperatîf  hin nehatiye avakirin."
 
Rola jinê ya derbarê Koperatîfan de gelek girîng e
 
Nebîlayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Karên Koperatîfan ji bo temînata siberoja gel gelek girîng û pîroz e. Hewceye ku jin di vî warî de hewl bidin ku cihê xwe tê de bigirin. Çimkî rola jinê ya derbarê Koperatîfan de gelekî girîn e. Hêviya min ew e ku Jinên Kurd dê mil bidin hev û di her qadê de bi awayekî serkeftî cihê xwe bigirin.”