Li Cizîrê mirina jinekê ya bi guman
- 11:00 21 Cotmeh 2017
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê jina bi navê Suzan Bagdur, bi mirineke gumanbar hat dîtin.
Li taxa Nur a navçeya Cizîrê ya Şirnexê jina bi navê Suzan Bagdur ku temenê wê dora 20-21'an e , di rojên borî de li malê bi awayekî aliqandî hat dîtin. Piştî hatina komên tendirustiyê cenazeyê Suzan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Cenazeya Suzanê piştre ji otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Suzan ji aliyê malbata xwe ve li Cizîrê hat definkirin.








