Keçên Kobanê di rêya perwerdeyê de pêş dikevin
- 10:18 21 Cotmeh 2017
- Rojane
KOBANÊ - Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bawerî daye civak û jinan da ku hejmarek zêde ya keçan biherikin dibistanan û li mafê xwe bigerin.
Derbarê pêşketina perwerdeya keçên Kobanê de Endama Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Kobanê Bêrîtan Kero nêrînên xwe anî ziman. Bêrîtanê daxuya kirin ku her sal rêjeya xwendina keçan zêdetir dibe û wiha got:”Ji ber ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, hewcedarî ji pêşketina jinan a di warê perwerdeyê de jî heye. Berî şoreşê pergala xwendinê ya sistema dewletê li ser pişaftina zarokên kurdan ava bûbû. Dihat xwestin ku zarokên kurda bi pergala perwerdeyê çand,ziman û dîroka xwe ji bîr bikin. Lê a niha em hewl didin ku di warê perwerdeyê de jin pêş bikevin û di her qadê de bikaribin mafên xwe biparêzin.”
Zarokan lêdan dixwarin
Berîtanê wiha berdewam kir:”Li gor perwerdeya berî Şoreşa Rojava perwerdeya bi erebî li zarokên kurdan dihat ferzkirin. Ji bo ku zarok zimanê erebî hîn bibin û binivîsin ji destên mamosteyên ereb lêdan dixwarin. Vê yekê jî bandorek neyînî li ser derûniya zarokan û malbatan dikir.”
Desthilatdariya mêr destûr nedida ku jin perwerde bibin
Bêrîtanê li ser xwendina keçan a berî şoreşê nêzikbûnên malbatan ji bo xwendina zarokên keç wiha vegot:"Berî şoreşê di nav malbatan de jî zîhniyeteke serdest a zilamê feodal dihat jiyîn. Vê zîhniyetê destûr nedida ku keç derkevin derve û biçe dibistanê. Beşek pir kêm diçûn dibistanê. Ew bû du sê sal in ku zarokên keç jî diçin dibistanê. Berî Şoreşa Rojava ji bo dibistanan hem derfet kêm bûn hem jî li milekî din jî baweriya civakê tûnebû ku zarokên xwe yên keç bişînin ber destên mamosteyên Ereb. Ji ber ku mamosteyan ji bo fêrbûna zarokan şîdet bi kar dianîn. Ji bo vê yekê jî, xwendina jinan gelekî kêm bû."
Dibistana "Şehît Osman" yekem dibistana Kobanê ye
Bêrîtanê wiha axaftina xwe berdewam kir: "Piştî Şoreşê ji nû ve pergala perwerdeya ziman hat avakirin. Bi saya pergala nû ya perwerdeya bi Zimanê Kurdî zarokan çand, huner, ziman û dîroka xwe êdî ji bîr nekirin. Di sala 2012'an de cara yekemîn dibistana Kurdî ya Ş. Osman li Kobanê hat vekirin. Dema şagirt dihatin dibistanê, her tişt bi Kurdî bû, hezkirina wan a li dijî zimanê dayikê zêdetir bû.
Jin êdî xwe bi rê ve dibin
Êdî ev sîstema me ya perwerdeyê ya bi Zimanê Kurdî bûye hêviya civakê. Ji sedî heştê mamostayên ku perwerdê didin jin in. Jin a ku berî nedikarî bixwîne, derdikeve, kar dike û xwe bi rê vedibe. Di vê demê de bûye rêveberê civakê.".
Bêrîtanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dema mirov derbasî dibistanên seretayî, navîn û dibistana amadeyî dibin, dibînin ku piraniya şagirtan keç in. Ji ber ku di Şoreşa Rojava de Jinên Kurd bi têkoşîneke bê hempa bi ser ketin . Êdî jinan mafê xwe yê jiyanê di her warî de bi dest xistîye. Bê guman ya herî giring jî perwerde ye. Bawerîya civakê di asteke ku perwerdeya xwe radestê wê bike, bi jinê tê."








