Jinên Îzmîrê: Em destilatdariya we ya dijminê jinê nas nakin

  • 09:41 21 Cotmeh 2017
  • Rojane
ÎZMÎR - Hêrsa jinan a li dijî pêşnûmeya ku rayeya birîna mehrê dide meleyan a di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin de, zêde dibe.  Jinên Îzmîrê diyar kirin ku divê qanûn şûnde bê kişandin û wiha gotin: “Em desthilatdariya we ya dijminê jinê ye nas nakin. Êdî Bes e.”
 
Pêşnûmeya ku rayeya birîna mehrê dide meleyan di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de derbas bû û bû qanûn. Jinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku wê ev qanûn îstîsmara zarokan rewa bike û pêşî li zewacên zarokan vebikin. Jinên Îzmîrê jî bertek nîşan dan û banga berxwedanê li hemû jinan kirin.
 
Jina bi navê Dîlan Taşdemîrê diyar kir ku  serokomar Erdogan di her demê de rojevên ku muhafazakariyê xurt dike diafirîne û wiha pê de çû: “Em vê yekê carinan di perwerdeyan de dibînin. Em carinan di qanûnan de dibînin.  Rojeva wan ya herî mezin ev e.  Dema vê yekê dikin jî mafên jinan hedef digirin. Li Tirkiyeyê bi awayekî cidî mafê jinan tê îstîsmarkirin.”
 
Sevgî Doganê jî diyar kir ku li Tirkiyeya ku evqas pirsgirêkên jinan tê jiyîn şîdet û îstîsmar tê jiyîn, hîna mafê jinan tên xespkirin û ev jî nayê qebûlkirin. Sevgiyê diyar kir ku  qanûna miftitiyê mafên jin û zarokan asteng kiriye.
 
Endama Mala Gel a Îzmîrê Evrîm Çakirê jî da zanîn ku ev bi mehane li dijî qanûnên bertekên xwe tînin ziman û da zanîn ku  bi vê qanûnê mafê jinan xesp dikin û pêşiya îstîsmara zarokan û zewaca zarokan tê vekirin.