Ji jinan li dijî ‘rewşa baş’ a daraza mêr bertek

  • 09:22 21 Cotmeh 2017
  • Rojane
Hîkmet Tunç\Dîlan Babat
 
WAN - Dîlek Ozîster û Kader Ozdemîr di dîrokên cuda de ji aliyê hevjînên xwe ve hatibûn qetilkirin û darazê jî ji bo mêrên kujer ji ‘rewşa baş’ ceza daxist. Aqtîvîstên jin bertek nîşan dan û gotin: “Li Tirkiyeyê daxistina cezayên kujerên jinan pêşiya qetilkirina jinan vedike. Em vê biryarê qebûl nakin. Li dijî daxistina ceza îtîraza me heye.” 
 
Li Wanê daraza mêr ji bo Nîhat Ozîster ê hevjîna xwe Dîlek Ozîster qetil kir  ji rewşa baş cezayê muebeta giran veguhert cezaya muebetê û biryar da ku 35 salan razê. 
 
Dîsa Kader Ozdemîr a bi zorê hatibû zewicandin li ber çavan terkî mirinê hatibû kirin.  Kader ji aliyê hevjînê xwe Halît Çançîn ve hatibû qetilkirin.  Heyeta dadgehê ji bo Nîhat jî ji rewşa baş daxistina ceza pêk anî.
 
Aqtîvîstên jin: Îtîraza me heye
 
Jinên ku sê salan ji bo Dîlekê edliye terk nekirin vê carê ji bo Kaderê li korîdoran in. Aqtivîsta YAKA KOOP’ê  Gulmay Gumuşhanê diyar kir ku  kujerên Kaderê di her runiştinê de dibêje ez poşman im û dibêje ew ji aliyê derdorê ve tê hezkirin û wiha pê de çû: “Heyeta dadgehê jî bi vê bawer dike. Gumanbar her tim îfadeyên bi nakok dike. Em ji ber daxistina ceza ya rewşa baş gelek xemgîn bûn. Çi dibe bila bibe li wir jinek hatibû qetilkirin. 
 
Aqtîvîsta VAKAD’ê Songul Ozunverê jî destnîşan kir ku tevî saziya wan ji aliyê KHK’ê ve hatiye girtin ve ew li salonên runiştinê li dijî kujeran bûne û wiha pê de çû: “Em vê yekê qebûl nakin. Ev biryarek şaş e. Ev dê di kuştinên jinan de zêdebûnê çêbike. Li holê qetilkirinek heye. Em ê biryara îtîraza xwe bînin ziman. Li şûna cezayê muebetê bê dayîn 25 sal ceza tê dayîn.”