Rêveberiya girtîgehê wêneyê Zehra Doganê îmha kir

  • 09:20 21 Cotmeh 2017
  • Rojane
AMED - Rojnameger û wênexêz Zehra Dogan ku di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de girtiye, wêneyê ku xêz kiribû ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat îmha kirin. Alavên wêneyan, tuval û boyaxên wê jî demek dirêje nayê dayîn.
 
Rojnameger û wênexêz Zehra Dogan ku di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de girtiye wêneyê wê yê xêz kiribû ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat îmhakirin.
Zehraya ku xwest wêneyê xêz kiribû di hevdîtinê de bide bavê xwe, ji aliyê gardiyanan ve hat desteserkirin. Zehraya ku ji wêneyê xwe bi hefteyan agahî negirt, piştî ji rêveberiyê pirsî hîn bû ku hatiye îmhakirin.
 
Alav nayên dayîn, rojnameyê dike tuval
 
Zehrayê bi nameyekê diyar kir ku ev demek dirêje alavên wêneyan nayê dayîn û got rêveberiya girtîgehê bi însiyatîfa xwe ev biryar daye û got di rewşa ji dozgeriyê desturê bigire jî destur nayê dayîn.
 
Zehrayê destnîşan kir ku ew rojnameyan wek tuval bikar tîne û got rengan jî ji pênûs, xurek û vexwarinan bikar tîne.
 
Edîtora JINHA’yê ku bi KHK’ê hatibû girtin, Zehra Dogan  ji ber wêne û nûçeyên xwe yên der barê pevçûnên Nisêbînê hatibû darizandin û di hezîrana 2016’an de hatibû girtin.  Zehra ya 5 meh şûnde hatibû tahliyekirin di Hezîrana 2017’an de dîsa hat girtin û birin girtîgeha Tîpa E ya Amedê.