Lêgerîna li edalet û hestiyan 22 sal in berdewam dike

  • 09:05 21 Cotmeh 2017
  • Rojane
Zeynep Turgut
 
COLEMÊRG - Di salên 90'î de li Kurdîstanê bi hezaran ciwan û zarokên kurd hatin qetilkirin û wendakirin. Her çiqas ku salên zêde di  ser van bûyeran re derbas bibin jî bendewariya  malbatan û lêgerîna li hestîyan berdewam dike. Li Geverê malbata Nezîr Tekçî anî ziman ku piştî Nezîr hat windakirin edeleta dewletê jî wenda bû. 
 
Li Kurdîstanê  dewleta tirk di salên 90'î de bi hezaran mirov  qetilkirin û wenda kirin. Herî zêde jî li navçeya Geverê mirov hatin wendakirin. Di salên 90'î de li Tirkiyeyê kesên ku bêhna kurdayetiyê ji wan dihat  yan hatin qetilkirin yan jî hatin  wendakirin. Hîna hestiyên kesên ku di salên 90'î de hatine wendakirin nehatine dîtin û bendewariya malbatan jî berdewam dike. Yek ji van malbatan jî malbata Nezîr Tekçî yê ku di sala 1995'an de hatiye wendakirin û hîna hestiyên wî û perçeyên wî nehatîne dîtin e. Di sala 1995'an de li Geverê li gundê Mitirbanê Nezîr gava ku pezê xwe biribû çêrandinê ji  aliyê leşkerên tirk ve  rê lê hatibû girtin  tê girtin û hatibû gulebarankirin. Her wiha piştî ku Nezîr hatibû qetilkirin jî cenazeyê wî bi bombeyê hatibû parçekirin. Dayik û bavê Nezîr ji me re behsa salên 90'î û qetilkirina Nezîr kirin. Dayik û bavê Nezîr anîn ziman  ku heya sucdar neyên cezakirin wê nesekînin û gotin ku ew dixwazin goreke kurê wan hebe. 
 
'Kurê min qetil kirin û di bin cenazeyê wî de mayîn teqandin'
 
Dayika Nezîr Tekçî  Ayşan Tekçî diyar kir ku ji ber kurê wê kurd bû hate qetilkirin û got ku ligel ku tu sûcê lawê wê tune bûye jî dîsa dîsa lawê wê hatiye qetilkirin wiha axivi;"Me di wan salan de debara xwe bi pez dikir. Ger pez nebûya me nikaribû debara xwe bikira. Zozan dihatin qedexekirin, kolan dihatin qedexekirin mîna van salan  di wan salan de jî hebûna kurdan qedexe bû. Nezîr pez dibir çêrê.   RojekÊ bavê wî derbasî Colemêrgê bû, Nezîr jî got ez ê pez bibim çêrandinê. Xatir ji min xwast çû. Ji ber ku gund dûr bû şevekê li gundê nasînê bibû mêvan. Wê şevê jî leşkeran derdora hemû gundan girtin. Piştî ku derdora gund digirin, kurê min digirin û dibin ber bi çiya ve.  Nezîr her tim şal û şepik li xwe dikirin. Çanda me bû şal û şepik. Wê rojê jî Nezîr şal û şepik li xwe kiribûn.  Lawê  min birin wendakirin. Piştî ku dikujin mayînê di bin cenazeyê lawê  min de diteqînin. Her parçeyekî lawê min difire derekê û hestiyên wî jî winda kirin. "
 
Heta ku ez hebim ez ê li hestiyên lawê xwe bigerim
 
Ayşanê bi lêv kir ku dewletê bi kêyfî kurê wê kuşt û  wiha berdewam kir: ""Kurê min bêsedem qetilkirin. Çi guneha kurê min hebû? Ji ber ku kurê kurdan bû hate qetilkirin. Nezîr kurekê pir aqîl û jêhatî bû. Di salên 90'an de ne tenê kurê min bi hezaran zarokên kurd wendakirin. Li tirkiyeyê daxwaziya edeletê suc e. Kurê min bi hovane hate qetilkirin. Sucdar nayên darizandin tên xelatkirin. Her dirûşmeyê de daxwaziya me tenê bûye edelet. Ev 22 sal ser re derbas bûn, hîna kujerên kurê min nehatine darizandin. Hîna perçeyên kurê me neda ne me. Tirkiye di warê Edeletê de bin ax bû ye. Heta ku ez hebim ez ê li hestiyên lawê xwe bigerim." 
 
Hemberî pirsa 'Hestiyên kurê min li ku ne?' bersiva 'Siktirbe biçe'
 
Bavê Nezîr Xalit Tekçî jî derbarê qetilkirina lawê xwe de wiha got: " Bi kuştinê kurd naqedin. Nezîr her tim ji min re digot bavo ka  em pez bifiroşîn. Lê ji ber ku di wan salan de tenê debara me bi xwedîkirina pez bû me nefirot.  Ez derbasî Colemêrgê bûbûm. Pişt re agahî ji min re hat ku  Nezîr hatiye girtin. Bila kurê min emrê xwe tev girtîgehê de derbaskirî ba ,lê bila bi wî awayî nehatibûna kuştin û wendakirin. Kujerên kurê min aşkere ne.  Kujerê kurê min Serdar (Binbaşi) Alî Osman Alkan ne. Fermana kuştina kurê min wî da. Piştî ku şahîdên bûyerê di dadgehê de bûyer vegotin, ez çûm  cem dozgeriyê û min derbarê wendakirin û qetilkirina kurê xwe de  ji wan re daxwaznamê bir. Dozger ji daxazname perçe perçe kir û avêjî nav çavên min  û ji min re got 'Sitir be biçe û hikûmet tu kesî nakuje'. Lê dewlet  me dikuje zilma herî mezin dewlet li me dike em ê çawa vê zilmê ji bîr bikin. Doza Nezîr şandin Eskîşehîr e. Li gel ku îmkanên min kêm bûn jî ez çûm ku bişopînim Emê heTa dawîyê hesap biprisin û  Heta ku edelet bê bicihanîn  têkoşîna xwe berdewam bikîn."