Meclisa Jinan a HDP'ê: Divê Grava Îmraliyê ji hevdîtinê re bê vekirin!

  • 16:07 20 Cotmeh 2017
  • Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê bi daxuyaniya nivîskî ku weşand bal kişand ser tecrîta girankiriî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan  û wiha got: " Em bang li hemû kesên ku di pêvajoya aştiyê de bi erka xwe rabûne, saziyên sivîl, jin û li tevahiya raya giştî dikin ku li dijî vê bêçaretiyê bi erka xwe rabin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê tecrîta giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşandin. Meclisa Jinê ya HDP'ê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku ev 18 sal in li dijî Abdullah Ocalan bi awayekî kêfî û dijmirovlî li tecrîteke dijqanûnî tê meşandin.
 
Di daxuyaniya Meclisa Jinan de wiha hat gotin:
 
"Birêz Abdullah Ocalan di pêvajoya çareseriyê de bal kişandibû ser rola jinê a di civakê de û gotibû,'pêvajoyek jin di nav de cihê xwe negire wê civakî nebe' û ji bo ku jin jî di vê mijarê de rola xwe bilîze tişta pêwist kir.  Her wiha di heman demê de hatibû diyarkirin ku ji bo AKP- Sarayê ev pêvajo bi dawî bibe wê hedefa bingehîn jin bin. Îro tecrîta girankirî ya ku li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin di serî de gelê kurd tê xwestin ku li ser tevahiya ciaka Tirkiyeyê bê meşandin parçeyek ji wê pergalê ye. 
 
'Divê ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin'
 
Divê ku daxwaza agahîgirtina derbarê tenduristiya birêz Aabdullah Ocalan de demildest ji devê wî bê hînbûn bê qebûlkirin. Divê ku Grava Îmraliyê ji parêzer û ji malbatan re bê vekirin û hikûmet berpirsiyariya xwe ya li heberî hêza sereke ya aştiyê Abdullah Ocalan bi cih bîne û tecrîta li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bike."