Yekemîn Konferansa Kevana Zêrîn li Qamişloyê hat li darxistin
- 15:53 20 Cotmeh 2017
- Rojane
QAMIŞLO – Konferansa Kevana Zêrîn li Kantona Qamişloyê dest pê kir.
Konferansa yekemîn a çand û hunerê ya jinê "Kevana Zêrîn" li Navenda Mihemed Şêxo ya Kantona Qamişloyê,bi tevlîbûna hemû bajarên Bakûrê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi coş û heyecaneke mezin dest pê kir. Kongreya Star,Meclîsa Federaliyê,Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Yekîtiya Rewşenbîran,Wezareta Çandê tevlî konferansê bûn. Her wiha ji Bajarê Efrînê, Şehbayê, Helebê, Kobanê, Girêsipî,Minbicê û Tepqayê jî tevlîbûn çêbûn.Di destpêkê de deqeyek rêzgirtin ji bo şervanên azadiyê hat girtin. Piştre Dîwana Konferansê hat hilbijartin.
Divê jin li dijî zilm û zordariyan her xwe pêş bixin
Her wiha Endama Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Heyva Erebo li ser wate û girîngiya Konferansa Kevana Zêrîn axivî:”Ez Konferansa Kevana Zêrîn li hemû şehîdan, malbatên wan, jinên têkoşer, delege û mêvanan pîroz dikim.Li Rojavayê Kurdistanê gav bi gav ji bo azadiya jinan tekoşîn tê kirin. Divê jin li dijî zilm û zordariyan her dem xwe pêş bixin.Tecrîda giran a ku li ser Rêber Apo tê meşandin û dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê em şermezar dikin. Jinên Kurd divê li hemberî van dagirkirina hişyar bin.”








