Yekemîn Konferansa Koperatîfan li Bakurê Sûriyeyê hat lidarxistin

  • 15:12 20 Cotmeh 2017
  • Rojane

DÊRIK  – Yekemîn Konferansa Koperatîfan li Bakurê Sûriyeyê  di bin dirûşmeya" Di federaliya Bakûrê Sûriyeyê de Koperatîfê dê bibe bingeha civakbûyina mirovan" hat li darxistin.

Yekemîn Konferansa Koperatîfan  li Bakûrê Sûriyeyê li Eywana Xwarinê ya Peredayisê ya girêdayî Bajarê Dêrikê, di bin dirûşma "Di federaliya Bakûrê Sûriyeyê de Koperatîf dê bibe bingeha civakbûyina mirovan" hat li darxistin. Ji Minbic, Efrîn, Tebqa, Kobanê,  250  delege û 70 mêvan tevlî konferansê bûn.

Qada Konferansê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi panqartên "Aboriya jinê  çavkaniya jiyanê ye", "Civakbûyina mirovan di rastiyê de li dora xebatên aborî çêbûye" hatibû xemilandin.

Konferans bi deqeyek rizgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Axaftina despêkê ji aliyê berdevka Koperatîfa Aborî ya Jinan a Rojava  Horaiy Şemdîn ve hat kirin. Horaiyayê diyar kir ku Koperatîf ji bo pêdiviyên civakê hatine avakirin û got:"Konfransa yekemîn a Koperatîfan a Aboriya jinê li hemû jinan  pîroz dikim. Yekîtiya Koperatîfan di dîroka 11. 12. 2016'an de hat avakirin. Ev Koperatîf bi taybetî li gorî hewcedariyên civakê yên dema Şoreşa Rojava hat ava kirin."  

Ev konferans dê bibe nîşana siberojên ronî

Piştre  endama Rêveberiya TEV-DEM’ê Asya Abdullah di serî de rizgarkirina Bajarê Reqayê li YPG,YPJ,QSD  û hemû mêvanên hazir pîroz kir û wiha got: "Armanca lidarxistina vê konferansê pêşketina civakê ye. Ev konferans dê bibe nişana siberojên ronî. Di heman demê de em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî şermezar dikin.”

Rizgarkirina bajarê Reqayê gaveke sitratejîk bû

Asya Abdullah  bal kişand ser rizgarkirina Bajarê Reqayê û got:”Rizgarkirina bajarê Reqayê gaveke siratejîk bû. Ev jî me ber bi avakirina   sîstemeke Sûriyeya Demokratîk û azad ve dibe. Divê jin cihê xwe di civakê de ava bike. Ev koperatîf derfetek mezin dide jinê da ku di qada aboriyê de xwe pêş bixin.  Ji ber ku aborî û siyaset bi hev re girêdayî ye ,ev xebat jî moral û coşeke mezin dide mirovan.”

Pêşketininên di warê aboriyê de civakê bi ser dixe

Asyayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bi rastî avakirina Koperatîfan di asta şoreşê de ye. Di hemû qadên civakê de, divê pêşketinên kar zêde bibin. Pêşketininên di warê aboriyê de civakê bi ser dixe.  Divê jin li ber xwe bide û karê xwe berfireh bike. Dîsa konferansa yekemîn a Koperatîfan a Aboriya Jinê ez li hemû jinan  pîroz dikim."