Dayikên Kobanê rizgarkirina Reqayê pîroz kirin

  • 12:04 20 Cotmeh 2017
  • Rojane

KOBANÊ  -  Dayîkên Kantona Kobanê rizgarkirina Reqayê li hemû gelên Bakûrê Sûriyeyê û Kurdistanê pîroz kirin.

 
Dayikên Kantona Kobanê rizgarkirina Reqayê li Gelê Bakûrê Suriyeyê, Kobanê û Şengalê pîroz kirin. Bi kêfxweşiyeke mezin rizgarkirina Reqayê pêşwazî kirin .
 
Dayikan hestên xwe ji ajansa me re anîn ziman û diyar kirin ku rizgarkirina Reqayê serkeftin e û destkeftiya QSD'ê ya herî mezin e. Ji ber ku bi rizgarkirina Reqayê gelek jin jî hatin rizgarkirin.
 
Me bi kêfxweşî û şahiyeke mezin rizgarkirina Reqayê pêşwazî kir
 
Dayika bi navê Xeznê Derwîş hestên xwe yên derbarê rizgarkirina Reqayê de wiha anî ziman: "Di destpêkê de ez rizgarkirina Reqayê li Şervanên Berxwedêr ku di rêya rizgarkirina Reqayê de bedena xwe dan ber mirinê, li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan  û li gerîlayên serê çiyan pîroz dikim. Me bi kêfxweşî û şahiyeke mezin rizgarkirina Reqayê pêşwazî kir. Em şanaz in ku xwîn û keda şehîdan li erdê neman."
 
Em serkeftina rizgarkirina Reqayê li hemû jinên Şengalê pîroz dikin
 
Dayika Mizgîn hestên xwe yên derbarê rizgarkirina Reqayê de wiha anî ziman: "Ez rizgarkirina Reqayê li hemû gelê Kurd û Ereb pîroz dikim. Em dixwazin ku vegerin cî û warên xwe. Ez serkeftina Reqayê li hemû jinên Şengalê pîroz dikin." 
 
Rizgarkirina Reqayê pêngava rizgarkirina mirovatiyê bû
 
Dayika Sara Xelîl jî hestên xwe wiha anî ziman:" Dema ku mirov dibêje Reqa rizgar bû, zimanê mirov lal dibe. Çimkî ev ne serkeftineke ji rêzê ye. Şevanên bi rûmet bi mînakek bê hempa li berxwe dan û axa Reqayê rizgar kirin. Ev pêngav ne tenê pêngava  netewekî  bû, pêngava rizgarkirina mirovatiyê bû. Reqa rîzgar bû. Diyar e ku dê Destana Rizgarkirina Reqayê dê neyê jibîrkirin.