'Em ê bi felsefeya Rêber Apo rêya xwe ronî bikin'
- 11:29 20 Cotmeh 2017
- Rojane
KOBANÊ - Dayik û ciwanên Kantona Kobanê diyar dikin ku ew ê ji bo Rêberê xwe li berxwe bidin û bi dengên xwe yên bilind tecrîdê şermezar bikin.
Çalakiyên şermezarkirina tecrîda girankirî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan li Kantona Kobanê hat şermezarkirin.
Endama Heyva Sor a Kurdistanê Şîraz Mihemed derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de wiha got: "Dewlata Tirk her ku astengiyan ji bo hevditinên bi Rêber Apo re, derxînin Gelê Kurd dê çalakiyên xwe yên ji bo tecrîdê zêdetir bikin. Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwazin bi sebra Gelê Kurd bilîze. Bila ew baş bizanibin ku dê nikaribin îradeya Gelê Kurd bişikînin. Dê Gelê Kurd li dijî pêkanînên Dewlata Tirk serî netewînin. Çawa ku gelê Kobanê li hemberî êrîşên dijmin sekinin û serî netewand dê ji bo Serokê xwe jî çalakî û têkoşîna xwe berdewam bike.”
‘Çawa ku Kobanê bi vîna gel rizgar bû dê Rêber Apo jî wiha azad bibe’
Dayika bi navê Sefa Ebdulah a ku cihê xwe di nava Hêza Parastina Cewherî de digire jî wiha axivî:
"Em ji bo Serokê xwe jin, dayik û ciwan têdikoşin. Çawa Reqa û Kobanê bi vîna gel û şervanan hat rizgarkirin, dê serok Apo jî wiha bê rizgarkirin".
Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin
Dayika çalakvan Fadîla Ehmed derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha axivî:”Heta em hebin em ê li dijî faşîzmê têbikoşin û em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin."
Fadîlayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bê Serok jiyan nabe, em ê wekî Gelê Kobanê ji bo Rêberê xwe li qadan bin û hewl bidin ku ev tecrîda girankirî bi berxwedana gel bê şikandin."








