Berxwedêrên azadiyê hatin definkirin

  • 10:47 20 Cotmeh 2017
  • Rojane
SERÊKANIYÊ – Bi hezaran şêneyên Serêkaniyê çar berxwedêrên  azadiyê  li  Şehîdgeha Serêkaniyê defin kirin.
 
Bi hezaran şêneyên Bajarê Serêkaniyê yên Herêma Cizîrê çar berxwedêrên azadiyê ku di pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, oxir kirin. Berxwedêr  Dîlan Osman  bi nasnavê xwe  ‘Zîlan’ û sê  berxwedêrên azad li Şehîdgeha Serêkaniyê bi merasîmekê  hatin definkirin.
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û piştire  torena eskerî hat li dar xistin û diruşmeyên "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Merasîm bi wêneyên serokê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPJ/YPG ê û wêneyên berxwedêrên azadiyê hatibûn xemilandin.
 
Di merasîmê de li ser navê  Saziya  Malbatên Berxwedêran Abdelrezeq,  li ser navê YPJ/YPG ê Êmad Meno û li ser navê her çar berxwedêran jî malbatêtn wan axivîn û zoza şopandina rêya wan dan.
 
Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin " bi dawî bû.