Meral Daniş: Şikestina li Kerkûkê dikare bi yekitiya Kurdan bê çareserkirin
- 09:27 20 Cotmeh 2017
- Rojane
Fîlîz Zeyrek
EDENE - Piştî Kerkûk ji hikûmeta Iraqê û hêzên Haşdî Şabî re hat hiştin şûnde şikestin hat jiyîn. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku ev şikestin bi yekîtiya Kurdan dikare bê çareserkirin û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî geşedanan rexne kir.
Parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaşê di serî de geşedanên li Kerkûkê û hemû geşedanên li herêmê nirxand. Meralê diyar kir ku Kerkuk li qada navneteweyî qadeke bazarê ya tê xwestin bê parvekirinê ye û wiha got: “Kerkûk herêmeke girîng ya petrolê ye. Naxwazin herêmek wisa di bin kontrola Kurdan de be. Mijareke din jî eve ku naxwazin Kurd li wir bibin xwedî statu. Dema mijar bibin Kurd ya din teferruate.”
‘Helwesta tûnd ya li hember kurdan tê çi wateyê?’
Meralê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Rêxistina Haşdî Şabî ya bi nêzîkatiya xwe ya Îranê tê zanîn, bi piştgirya Tirkiyeyê û hevkariya hikûmeta navendî ya Iraqê operesyon pêk anî û ev jî di alî kurdan de rewşek ne başe. Ev trajediya hatiye jiyîn hîna duh li Şengalê hat jiyîn. Hêzên duh Şengal terkî qedera wan kir. Ya me dide fikirîn wê sibê çi bibe. Divê mirov vê ji rêveberiya navendî ya Iraqê bipirsin: Ev helwesta tûnd ya li dijî statû û mafê Kurdan çiye?”
‘Ev dagirkirin ne helwestek mirovaneye’
Meralê destnîşan kir ku ji bo hawira kaosê ji holê rabe yekane çareserî di yekitiya neteweyî de derbas dibe û ji bo vê divê partiyên herêmê pêngavê bavêjin û ev tişt vegot: “Bi Kurdan re şikestineke cidî heye. Ev şikestin dikare bi yekitiya Kurdan bê çareserkirin. Li Kerkukê plana dagirkirinê qebûlkirin ne pêkane. Li Kerkûkê kîjan netew dijî bila bijî biryara wan girînge. Herî zêde nifûsa kurd lê dijî. Dagirkirina li dijî wan ne mirovahiye. Ev tişta tê kirin ji pêkanînên DAIŞ’ê ne cuda ye. Ji bo vê divê kurd tifaqa xwe xurt bikin û di rêya xwe de berdewam bikin.”








