Xizmên Hêlîn Palandokenê: Bila edalet pêk bê, ev a dawî be
- 09:14 20 Cotmeh 2017
- Rojane
Zulal Koçer
STENBOL - Xizmên Hêlîn Palandoken a ji aliyê mêrê bi navê Mustafa Yekgîn ve hat qetilkirin, diyar kirin ku bila edalet pêk bê, agir ket mala me bila nekeve malên kesên din û bila ev ya dawî be.
Helîn Palandoken a 17 salî di temenê biçûk de dayika xwe di qezayek trafîkê de wenda kiribû û hem li xwişk û birayên xwe mêze dikir hem jî piştgirî dida malbata xwe. Helîn li Îstasyona Trênê ya Pendîk Guzelyaliyê ji aliyê mêrê bi navê Mustafa Yetgîn ê 21 salî ve hat qetilkirin. Ekîba JIN NEWS’ê çûn serdana malbata Helînê.
Kiymet Palandokan meta Helînê ye û her înîyê diçû serdana meta xwe. Kiymetê wiha got: “Dihat me çay vedixwar. Me sohbet dikir. Her tiştê xwe parve dikir. Bi taybet bi keça min Semrayê re parve dikir. Têkiliyên wê bi xizmên wê re gelek xurt bû.”
Kiymetê bi lêv kir ku dayika Helînê, Saadetê piştî jiyana xwe ji dest daye, Hêlîn gelek bi bandor bûye û got ew dixwaze kujer Mustafa Yetgîn cezayê heq dike bigire.
‘Bi veşartî şopandiye’
Keça meta Hêlînê, Semrayê jî diyar kir ku berê Mustafa Yetkîn Hêlîn nerehet kiriye û ev bi wê re parve kiriye û got: “Li ser vê Hêlînê bi telefonê lê geriya û piştî vê yekê dest jê berda. Lê mixabin bi veşartî ew şopandiye. Hêlînê çend caran dîtiye û gotiye ‘tu min dişopînî’. Wî jî gotiye ‘tesaduf e’. Hêlînê gelek ji xizmên xwe hez dikir.”
‘Li vî welatî edalet zehmet e’
Semrayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku li dijî îstîsmara zarokan û kuştinên jinan bêdengî heye û wiha berdewam kir: “Li vî welatî edalet zehmet e. Hêviya me heye. Em ê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin.”
Amûjna Helînê, Şadiye Palandokenê jî wiha got: “Mala me şewitî. Kezeba me şewitî. Êşek girane. Ma ne gunehe? Me di televîzyonan de bûyerên wisa temaşe dikir. Niha hat serê me. Gelo kî van diparêze? Çima cezayên giran nagirin?”
‘Em pêşa vê bernadin’
Şadiyeyê balkişand bêcezabûnê û wiha pê de çû: “Zarokên me dikujin. Piştre wan li girtîgehan xwedî dikin. Emê pêşa vê bernedin. Emê hesabê keça xwe bipirsin.”
‘Helîn heval, dost bû’
Nîhat Palandoken jî keça xwe wiha vegot: “Piştî dayika xwe wenda kir, Helîn hevala min, dosta min bû. wek dayika min bûn. Ji xwişk û birayên xwe re wek dayik bû. piştî dayika wê mir pir xemgîn bûn. Me bi Helînê re her tişt diaxivî. Me hîna nû xwe dabû hev. Lê dîsa felaket hat serê me. Xeyalên Helînê hebûn. Digot ezê zanîngeha Stenbolê qezenc bikim. Li dibistanê gelek dihat hezkirin. Em dixwazin kujerên Helînê bê cezakirin. Em edaletê dixwazin. Agir ket mala me bila nekeve malên din. Bila ev ya dawî be. Bila êdî jin û zarokên keç nemirin.”








