Gelê Efrînê tecrîda giran şermezar kirin
- 17:19 19 Cotmeh 2017
- Rojane
EFRÎN - Piştî ku di medyaya Tirk de derbarê tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de agahiyên bi xeter hatin parvekirin, gelên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan derketin qadan.
Li Navçeyên Kantona Efrînê bi hezaran welatî ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin derketin qadan. Di bin dirûşmeya “Sonda me ye ku em ê pergala Îmraliyê parçe bikin.”, “Em ê bi rêber Apo re azad bijîn.” Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Kongra Star meşek li dar xist.
Di meşa protestokirina tecrîdê û ewlekariya Ocalan de Kongra star,YPJ/YPG’ê,hêzên parastina jin HPJ’ê hêzên Asayîşê,TEV-DEM, PYD’ê,Yekîtiya Êzdiyan, ciwan û tavahî sazî û dezgehên rêveberiya xweser beşdarî meşê bûn.
Meş ji qada "Şehîd Şiyar" ya navçeya Mabetayê dest pê kir û bê navber bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana Îmraliyê , “Bimire îxanet” hatin berzkirin.
Çalakvanan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan , alên PYD'ê û Kongra Star û pankartên bi nivîsên wek “Azadiya Rêber Apo azadiya gelên bindest in,” “ Dest bi dest mil bi mil ji bo azadiya Rêber Apo tekoşîn bikin" hilgirtibûn.
Meş bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyşe Hiso û Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Delye Henen axivîn.Di axftinan de tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan tê meşandin, tewana Dewletên Navneteweyî hat bi lêv kirin. Hat diyar kirin ku heger tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyê girtin gelê her tim li ser piya bin.
Meş bi dirûşmeyên”Bijî berxwedana îmraliyê” bi dawî bû.
Li Navçeya Şêrayê jî gel rabûn ser piyan
Meş li Navçeya Şêrayê ya Kantona Efrînê jî bi tevlîbûna Kongra Star,YPJ/YPG’ê, hêzên parastina jin HPJ’ê hêzên Asayîşê,TEV-DEM’ê, PYD’ê ciwan û tevahî sazî û dezgeyên rêveberiya xweser hat lidarxistin.
Girseya gel wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û panqartên bi nivîsên "em şehidên xwe naspêrin axê, dispêrin dilê xwe,“ ”azadiya Rêber APO azadiya me ye” hatin hilgirtin.
Piştî deqeyek rêzgirtin,Fermendara YPJ’ê Hêlîn Bêrîtan û Hevserokê TEV_DEM’ê Mihemed Elo axivîn .Di axaftinan de hat diyarkirin ku heta Abdullah Oclan azad nebe dê çalakî bê navber dewam bike.
Meş ji dawiya navçeya Şêra dest pê kir û bê navber bi dirûşmeyên ”Bê serok jiyan nabe”,”Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan”,”Bijî berxwedana Îmraliyê” heta destpêka navçeya Şêra bi dawî bû.








