Serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin
- 17:14 19 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin cara 697'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan, lê dîsa serlêdana parêzeran hat redkirin.
Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç bi armanca bi muvekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran bi hinceta Qanûna Mafên Înfazê ya Tedbîrên Ewlekariyê û Cezayê bi Hejmara 5275'an hat redkirin.
Hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 697 caran bi hinceta "Muxalefeta hewayê", "Keştî xerabe ye", "Keştî tê tamîrkirin" û bi sedema "OHAL'ê " hat astengkirin.








