'Li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin'
- 16:19 19 Cotmeh 2017
- Rojane
MELETÎ - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan da zanîn ku ji bo rewşa xirab a li Tirkiyeyê belav bibe, tenê gotineke Abdullah Ocalan bes e û ev tişt got: "Em ê ji bo mirovahiyê têkoşîna xwe li dora Ocalan mezin bikin û tecrîdê bişkînin."
Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan û endama Lijneya Rêveberiya Navnendî (MYK) Hediye Karaaslan li avahiya partiyê ya Meletiyê civîna gel hat lidarxistin. Mehmet di axaftina xwe de serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li Reqayê pîroz kir.
Mehmet got ku divê em siyaseta xwe bi hêz bikin, banga yekitiyê li kurdan kir û wiha got: "Di 25'ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê referanduma serxwebûnê pêk hat, li dijî vê polîtîkayên dijber hatin kirin û ev divê wekî sûcên şer bên pênasekirin. Wekî encama dawî, hikumeta Bexdayê vîna hemû kurdan binpê kir û di serî de li dijî Kerkukê, li dijî gelek herêman mudaxaleya leşkerî pêk anî. Ji bo kurd destkeftiyên xwe biparêzin divê yekitiya wan hebe."
Mehmet aşkera kir ku kurd dest ji jiyana azad bernadin û der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî ev tişt got: "Bila kes sebra kurdan neceribîne. Heke rewşa li Tirkiyeyê îro aloz be ev ji ber tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Roja ku hikumetê tecrîda li ser Birêz Ocalan şidand, li Tirkiyeyê siyaset xitimî."
Mehmet destnîşan kir ku yekane Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo mirovahî û ji bo Rojhilata Navîn modela çareseriyê pêşniyar dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo şer û kaosa li Rojhilata Navîn bi dawî bibe, tekane rê divê serî li prespektîfê Birêz Ocalan bidin. Ji bo tengijîna li Tirkiyeyê bi dawî bibe, tenê gotineke Birêz Ocalan bes e. Hikumet bandora Birêz Ocalan a li ser gel baş dizane jî çima tecrîdê dişidîne û seriyan tevli hev dike û di vê der barê de daxuyaniyan dide? Divê hikumet demil dest van fikarên me bi dawî bike û rê li pêşiya hevdîtinê veke. Divê der barê tenduristiya Birêz Ocalan de raste rast hevdîtinek pêre bê kirin, ne xwe ji derveyê wê qîmeta tu tiştî tune. Divê di serî de gelê me û hemû raya giştî, li dijî polîtîkayên AKP'ê yên ku me dikişîne nav xefikan hişyar be û li dora Birêz Ocalan bibe xelek û li dijî tecrîdê tê bikoşe."








