Li Yukselê roja 345'an: 5 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin
- 15:59 19 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE – Polîsan mudaxeleyî çalakiya li Kolana Yukselê kir û 5 kesan bi derpkirinê xist binçavan.
Çalakiya grêva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 225’emîn de ye û çalakiya hem ji bo piştevaniya Nuriye û Semîh û hem jî ji bo vegerin karê xwe ya kedkar jî di roja 345’emîn de didome. Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” di bin dorpêça polîsan de pêk hat.
Çalakvanan xwest li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakiya xwe li dar bixin lê polîsan dîsa mudaxeleyî çalakiyê kir. Di mudaxeleya polîsan de 5 çalakvan hatin binçavkirin. Polîsan çalakvanên xist binçavan derp kir. Rojnamegeran xwestin kêliyên derbkirinê bikişînin lê polîs ketin ber dîmenan û asteng kirin.








