Jinên girtî wê ji bo Abdullah Ocalan bikevin greva birçîbûnê

  • 14:53 19 Cotmeh 2017
  • Rojane
BAYBURT -Jinên girtî yên li girtîgeha Tîpa M a Bayburtê dimînin, ji bo ku tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin xwarina ku ji wan re aht dayîn red kirin û çalakiya dengderxistinê li dar xistin.  Her wiha jinan diyar kirin ku ew ji bo tecrîtê şermezar bikin wê bikevin greva birçîbûnê.
 
Jinên girtî yên li girtîgeha Tîpa M a Bayburtê dimînin ji bo ku balê bikişînin ser tecrîta girankirî ya li dijî Ocalan 3 roj in çalakiya protestoyî li dar dixin. Jinên girtî yên ku lêdana li deriyên girtîgehê û pacên wê çalakiya dengderxistinê li dar xistin xwarina ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ji wan re hat dayîn jî ev 3 roj in ku red dikin.
 
Girtiyên jin bi riya malbatên xwe ragihandin ku ew ê bikevin çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a bê dem û wê çalakiya xwe hata ku tecrîta li ser Abdullah Ocalan rabe bidomîn.  Çakiya ku wê bi 10 jinan bê destpêkirin wê bi dorveger berdewam bike.