'Raka bi îradeya jinan hat rizgarkirin'

  • 13:50 19 Cotmeh 2017
  • Rojane
RAQA-  YPJ'ê li Çariyana El Naîm derbarê azadkirina Reqayê de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Nesrîn Abdullah ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Artêşa me ji serî de ji ji bo rigarkirin Reqayê sekêşî kir û berxedanek bê hempa da li dijî çeteyan. Mînaka vê berxwedanê ya herî berbiçav  hevala me Arîn mîrkan e ku bû sembola vê serkeftinê. Şehîdên me Şevîn, Sozdarî, Hebûn, Sîlva, Zozan û bi dehan jinan peyama ku wê ev berxwedan qet raneweste dan."
 
'Dîroka jinê bi kêliyên berxedanê tijî ye'
 
Nesrîn diyar kir ku Reqa bi îradeya jinan hatiye rigarikirin û ev tişt got: " Rêjîma desthilatdariya mêr  ku ji her alî ve hewl da jiyana mirovan kontrol bike, temenê xwe li ser zêdekirina nakokî û sorkirina şer dirêj kir. Ev rêjîm di her pêvajoyên aloz û kirîtîk de, her tim hewl da bi rijandina xwînê xwe xelsa bike. Berdêla van siyaseyên şerxwaz jî, ji her kesî zêdetir jinan da. Dîroka jinê ku li gel êş û zehmetiyan, bi têkoşîn û berxwedanê tije ye, roja 4'ê Nîsana 2013'an bi avakirina Yekîneyên Parastinê yên Jin-YPJ'ê derbasî qonqxeke nû bû."
 
'Bû gava yekemîn a artêşbûna jinê'
 
Nesrîn anî ziman ku bi vê gava dîrokî re, YPJ'ê berpirsiyariya  berxwedana jinê girt ser milê xwe wiha got: " YPJ bû destpêka bidawîkirina êşên jinan. Êdî jin li qadên siyasî, civakî, çandî û leşkerî bi temamî xwe ji bin desthilatdariya mêr rizgar kir û bû hêza mezin a çareserkirina pirsgirêk û aloziyan. 
 
'Jin bûn misogeriya parastinê ya li ser xeta şoreşgerî'
 
Nesrînê diyar kir ku Avakirina yekîneyên wan ên jinê, ji bo tevgera li Sûriyeyê bû bersivêek û wihadirêjî da axaftina xwe:" Wek tê zanîn derketina komên terorîst ji Ehrar El Şam bigrin heta El Nusra û herî dawî DAIŞ, ji bo gelên Sûriyeyê bi giştî û ji bo jinê bi taybet gefek mezin bû. Di yekemîn şerê me li dijî komên terorîst de, hevrêya me Warşîn li ser xeta azadiya jinê berxwedaneke mezin nîşan û şehîd bû. Ji wê rojê ve, yekîneyên me ji bo tevahiya jinên Sûrî bûn hêviya azadiyê. Ji wê rojê ve jina Sûrî ket nava hewldan û tevgera ku bibe xwedî kesayetek şoreşger.Eger îro nivşeke nû ya jinên têkoşer derketibe holê, ev encama wê berxwedanê ye. Êdî jin bûye misogeriya parastina li ser xeta şoreşgerî. Yekîneyên me ku ji destpêkê ve bûna hêza pêşeng a şerê li dijî terorê, bi biryardarî ev berxwedan dewam kirin û Arîn Mîrkan bû sembola serkeftin û canfedatiyê."
 
'Wê meşa jinan qet raneweste'
 
Nesîrîn di berdewamiya daxuyaniyê de şehîdên şoreşê bi bîr anîn û wihadirêjîda axafitna xwe: " Şehîdên me Şevîn, Sozdar, Hebûn, Silava, Zozan û bi dehan jinên din ên leheng peyam dan ku ew ê meşa azadiyê ya jinan qet raneweste.Pêngava Rizgarkirina Reqayê ji bo yekîneyên me xwedî girîngiyeke mezina îdeolojîk û stratejîk bû.Şervanên me ji destpêkê bi roleke çalak rabûn. Me mil da milê hevalên xwe ên Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel YPG. Yekîneyên Parastinê yên Jinê di pêngava Reqayê de bûn hîmê hevgirtina jinên ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê."
 
'Hevgirtina jinan bû hîmê bingehîn ê wekheviya gelan' 
 
Nesrînê herî dawî ragihand ku berxwedana jinên ji neteweyên cuda bû hîmê bingehîn ê wekheviya gelan û di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li çeperên parastin û berxwedanê hevgirtina jinên kurd, ereb û ên pêkhateyên din, bû hîmê bingehîn ê wekheviya gelan. Li ser vî esasî, yekîneyên me bi îradeyeke mezin cihê xwe di eniyên şer û berxwedanê de girtin. Li paytext û li nava dilê wan, me derbeya herî mezin li terorê da. Me bi vê berxwedana xwe rûmeta jina êzdî paşde vegerand. Me bi dehan keç û zarokên êzdî yên dîl azad kirin. Di vê pêvajoyê de jina ereb bi tevlîbûna nava refên YPJ'ê û paşê avakirina 2 tabûrên jinan li Reqayê, bi awayekî çalak cihê xwe di şer û berxwedanê de girtin. Di berxwedana rizgariyê de, Taburek ji Yekîneyên Jinên Şengalê jî beşdarî şerê tolhildanê bûn.Di pêvajoya rizgarkirina Reqayê de, me 450 hezar sivîl ji zilam terorê azad kirin û ew li deverên ewle bicih kirin. Di berxwedana dîrokî de 30 şervanên me ên jin şehîd bûn."