Govenda azadiyê li Reqayê, li Qamişloyê û li Serêkaniyê hat gerandin!

  • 11:54 19 Cotmeh 2017
  • Rojane
REQA/QAMIŞLO/SERÊKANIYÊ - Şervanên YPG/YPJ'ê bi armanca rizgarkirina Reqqayê govenda azadiyê gerandin, li Kantona Qamişloyê jî bi boneya rizgarkirina hemleya Reqayê şahiyek bi girseyî hat li darxistin. Her wiha şêneyen Serêkaniyê jî bi şahiyekê rizgakirina Reqayê pîroz kirin. 
 
Piştî ku bajarê Reqayê bi destê şervanên azadiyê YPG/YPJ û QSD'ê hat rizgarkirin  û bajar ji bin zilm û zora DAÎŞ'ê hat derdixistin, şervanên YPJ/YJŞ'ê bi kêfxweşiya tolhildana jinên êzîdî  li Reqayê govenda azadiyê gerandin.Li Kantona Qamişloyê jî bi boneya rizgarkirina hemleya Reqayê şahiyeke bi girseyî hat lidarxistin. Her wiha Tev- Dem û Kongira Star ji bo rizgarkirina Reqayê li bajarê Serêkaniyê yê Herêma Cizîrê şahiyek li dar xistin.
 
Piştî dagirkeriya 4 salan a DAÎŞ'ê ku li Reqayê her zilm û zordarî li jinan dikir û dixwest jin di nava çarşefa reş de bê îrade bimîne, îro êdî bextewariya kêliyên dîrokî li Reqayê tê jiyîn. Şervanên YPG/YPJ û QSD'ê jî bi minasebata Rizgarkirina Reqayê şahiyek li dar xistin û rizgarkirina Reqayê pîroz kirin.
 
Li Qamişloyê şahiya rizgarkirina Reqayê
 
Li Qamişlo jî ji bo pîrozkirina azadiya Reqayê kêliyên dîrokî hatin jiyîn û  şahiyek girseyî hat lidarxistin. Şahî li Taxa Hilêliy li qada Şehîd Xebat hat lidarxistin. Di destpêkê de ji bo bibîranîna şervanên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Şaredarî, Komun, Partiyên TEV-DEM û bi giştî saziyên bajarê Qamişloyê tevlî şahiyê bûn. Qada şahiyê bi posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin. Koma Botan a Kantona Qamişloyê bi stranên xwe gel coşandin. Her wiha Koma Nûpelda ya Jinên Ciwan jî, stranên şoreşgeriyê gotin. Di şahiyê de dirûşmeyên "Bijî berxedana Reqqayê" hatin berzkirin.   
 
Şahî bi girtina dîlana gel bi dawî bû.  
 
Şêneyen Serêkaniyê bi şahiyekê rizgakirina Reqayê pîroz kirin 
 
SERÊKANIYÊ - Tev- Dem û Kongira Star ji bo rizgarkirina Reqayê li bajarê Serêkaniyê yê Herêma Cizîrê şahiyek li dar xistin. Şahî ya pîrozbahiyê li Gulistana "Şehîd Bêrîvan" hat li dar xistin.
 
Bi sedan şêniyên Bajarê Serêkaniyê Kurd, Ereb û Suryan başdarî  şahiyê bûn. Qada  şahiyê  bi wêneyên Rêberê PKK"ê Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG"ê  û wêneyên cangoriyên Reqayê hat xemilandin. Şahî bi hatina tabûrê YPJ/YPG ê û diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe" dest pê kir..
 
Di şahiyê de Fermendara YPJ'ê Sema Sarya axivî  û got."Îro kombûna me ji bo pîrozbahiya Reqayê ye.  Weke ku tê zanîn  di 2011'an de heta roja îro şoreşek dest pê kir û bi serkeftinên mezin didome. Ew şoreş bi zehmetî û bi dijwarî hat vê astê, di vê rêyê de gelek şervanên me şehîd ketin. Di serî de em pîrozbahiya Reqayê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin  û dawiyê li  şehidên şoreşê ku canê xwe feda kirine pîroz dikin. Ev roj rojek pir bi qîmet û pîroz e."   
 
Li ser navê Kongra Starê jî Nalîn Mihemed axivî: "Di serî de ez rizgarkirina Reqayê li serokatî û li hemû hevalên di çeperan de şer dikin pîroz dikim. Her wiha li  hemû malbatên şehîdan û li hemû gelê kurd pîroz dikim. Ev serkeftin dê rêya pêşeroja gelê Kurd, Ereb û Suryan ronî bike. Dê di dîrokê de cihê xwe yê bi rûmet bigire."
 
Şahî bi dîlan û muzîka Kurdî û bi  dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Ji bo gelê Kurd azadî", "Bijî Kurd û Kurdistan.", bi dawî bû.