Kubra ya ji tundiyê mêr rewiya jiyana xwe ji dest da
- 11:15 19 Cotmeh 2017
- Rojane
BURSA - Zaroka 16 salî ya bi navê Kubra D. ya ku xwest ji ber tundiya birayê wê lê diike ji malê bireve jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Yildirimê ya Bursayê zaroka bi navê Kubra D. a 16 salî salî duh êvarê xwest ku ji mala biyrayê wê derî li ser kilît kiribû bireve û xwe ji pacê avêt xwarê jiyana xwe ji dest da. Hat aşkera kirin ku Kubra D. ji aliyê birayên xwe Semîh D. û Sînan D. ve rastî tundiyê dihat. Cenazeyê Kubra rakirin Saziya Tibê Edlî.








