Cenazeyê gerîlayên gerîlayan li ATK û nexweşxaneyan radiwestînin
- 11:02 19 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED - Cenazeyê yek ji fernadarên YJA - Starê Gulnaz Ege û sê gerîlayên ku pê re di hefeteyên borî de li bejahiya Licê di êrîşên hewayî ku pêk ahtin de jiyana xwe ji dest dan şandin Tipa Edlî ya Stenbolê.
Di 29'ê Îlonê de li Licêya Amdê li herêmên girêdayî Qada Şehîd Ferhat bi piştgiriya balafirên bê mirov operasyon hatibû destpêkirin û du rojan bi balafirên şer û kobroyan qad hatibû bombebarankirin. Di encma vê bombebaranê de Gulnaz Ege (Nuran Er) a ku di rêveberiya Eyaleta Amedê cih digirt û Sarya Amed (Sevîm Solmuş), Çawrê Amed (Sarya Opçîn), Tolhildan Derwîş (Mujdar Taşdemîr) jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên wan ên ku li saziya leşkeriyê ya Licêyê demeke dirêj hatin rawestandin bêyî ku agahiyekê bidin malbata wan şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.
Li saziya Tipa Edlî karê serlêdanê yê ji bo testa DNA'yê yê malbata Sarya Amed, Çawrê Amed, Tolhildan Derwîş berdewam dike, lê ji malbata Gulanz Eger hîna tu kesesî serlêdan nekiriye. Herwiha cenzeyê 5 gerîlayên ku di demên cuda de li Amedê jiyana xwe ji dest dan jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê tên ragirtin.








