Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Şengalê çalakî hat lidarxistin

  • 10:34 19 Cotmeh 2017
  • Rojane
Ahlam Hecî-Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Gelê Êzidî li Serdeşta Çiyayê Şengalê ji bo rewşa Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakî li darxistin û kon vedan. Çalakiyê 5 rojan dewam bike, gelê Êzidî diyar dikin ku dê bi çalakiyên xwe xwedî li felsefeya Rêberê Gelê Kurd derkevin. 
 
Li Serdeşta Çiyayê Şengalê ji bo rewşa rêberê gelê Kurd Abdulah Ocelan çalakî hat lidarxistin û kon hat vedan. Wê ev calakî 5 rojan dewam bike. Gelê Êzidî yê Şengalê diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd azad bibe ew ê têbikoşin.  
 
Di çalakiyê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJ'ê Xoxê Cindî diyar kir ku ev çalakiya gelê Êzîdî çalakiyek bi rûmet e û got:" Ez vê berxwedana gelê Êzidî pîroz dikim, çawa ku Serok Apo li me xwedî derket em ê jî li wî xwedî derkevin. Ev berxwedan berxwedana rûmetê ye. Ji vir heta girava Îmraliyê ez wek jineke Êzîdî slavê xwe ji Serok Apo û hemû girtiyên zindanan dişînim. Hêviya me ew e ku serokê me ji tecrîda giran rizgar bibe. " 
 
Xoxê dawiya axaftina xwe de wiha got:"Hewceye ku saziyên mafên mirovan ên navneteweyî derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gavek berbiçav biavêjin.Banga min a ji gelê Kurd ev e ku bi tevdîr û tifaq tev bigerin û bi hev re tecrîda li ser Rêberê xwe bişikîne."