Jinên Wanî: Teslîmiyet nayê qebûlkirin!

  • 09:26 19 Cotmeh 2017
  • Rojane

Zeynep Turgut

WAN - Piştî ku hêzên Pêşmergê bi fermana Barzanî ji Kerkûkê vekişiyan bertek û nêrazîbûn jî zêde bûn. Jinên Wanî bertek nîşanî vê helwesta Mesut Barzanî dan û gotin ku yekitiya kurd dê Kerkûkê rizgar bike. 
 
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî, piştî êrîşa 16'ê Cotmehê li ser Kerkûkê, berê xwe dan herêma Mexmûr, Bakirme û heta bi Şengalê. Hêzên Peşmerge  yên PDK'ê, piştî ku ji Kerkûkê vekişiyan bajarokê Mexmûr, Bakirme, Guwer û Şengalê jî vala kirin û xwe vekişandin sînorên beriya sala 2014'an. Jinên Wanî bertek nîşanî vekişandina hêzên Pêşmerge yên ji  Kerkûkê vekişiyan dan û gotin ku  hêzên kurd çawa Şengal rizgar kiribûn wê Kerkûkê jî wiha rizgar bikin.
 
Ji jinên Wanî yên ku bertek nîşanî vekişandina hêzên pêşmerge dan Saîme Surm got ku vîna gelê kurd ji hêsîn e wê tu caran têk neçe û wiha axivi;"Li Rojhilata Navîn mirin, kuştin û qetlîam berdewam dike. Hêviya me ya aşitîyê hebû. Vekişandina hêzên pêşmerge ya ji Kerkûk û Şengalê  teslîmiyet e. Radestkirina Kerkûkê ji  hêzên Haşdî Şabî re tê wateya tundî, destavêjî û kuştinan. Ev pêkanîn wê ne tenê li ser Sûriye, Irak û Îranê bandora xwe  bike wê  di heman demê de bandora xwe li ser Tirkiyeyê jî bike. Dê welatên Rojhilata Navîn tev bandor bibin. Welatên Rojhilata Navîn divê li hemberî van hêzên kujer bibin yek. Ev cîhan têra me hemûyan dike. Ew kesên ku niha me rêve dibin  hemû xwedî hişmendiyeke kujer in. Hêzên şerxwaz malbatên xwe û zarokên xwe diparêzin lê zarokên gel dişînin mirinê. Pêwîste gel vê bibîne û bi vê hişmendiyê li hemberî van hêzan yekitiya xwe ava bike. Helwesta  Barzanî û kurê Talabanî bi tu awayî nayê qebûl kirin. Li hemberî hêzên şer divê ereb, kurd, tirk, çerkez hemû bibin yek.  Divê destpêkê jî jin bibin yek û destûrê nedin van komkujiyan."
 
'Ji bo gelê kurd yekitî pêwist e'
 
Dayika bi navê Rafiye Cîvaklî jî bal kişand ser vekeşandina Pêşmergeyan û got ku ev plana Tirkiye, Îran û hikûmeta Irakê ye û wiha got:"Em naxwazîn Kobanê û Şengala duyemîn bijîn. Bi salan e li Rojhilata Navîn ji bo azadiyê hêzên kurd li ber xwe didin. Gelê kurd heya niha tu caran û bi tu awayî teslimîyet qebûl nekir. Pêşmerge çima ji Kerkûkê vekêşiya? Mirov çawa dikare ji xaka xwe bireve. Li Şengalê, Kobanê bi hezaran mirov qetil kirin. Lê dîsa jî gelê mazlum bi ser ket. Li Şengalê jî hêzên Mesut Barzanî gel bi qedera wî re rûbirû hiştin. Lê  vîna gel li ber xwe da û destûr neda Şengal bikeve. Ev şer bi destê hêzên Îran, Irak û Tirkiyeyê pêk hatiye. Divê gelê kurd bibe yek û destûrê nede tovên zilmê li ser xaka me şîn bibin. Bêgûman baweriya me û heviya me geşe em ê Kerkûkê jî rizgar bikîn."
 
'Em hêvîdar în ku Kerkûk bê rizgarkirin'
 
Kiymet Çîçek jî bi lêv kir ku rojên azadiyê nêzin û got ku rûmeta gelê kurd niha li Kerkûkê li berxwe dide û wiha berdewam kir;"Rojên azad nêzî me ne. Her salên me bi têkoşîn û berxwedanê derbas dibin. Hêzên neteweyî jî baş dizanin ku li Kerkûkê serkeftin a gelê kurd e. Em teqez vê helwesta Mesut Barzanî û Pêşmergeyan qebûl nakîn. Bi salane li hemberî hêzên şerxwaz  gelê kurd li berxwe dide. Tenê daxwaziyek me heye ew jî azadî û aşitî ye. Vekişandina hêzên pêşmerge ji Kerkûkê dîsa barê me giran kir. Çima hêzên Barzanî bi gel re mil bi mil li berxwe nadan. Terikandina xaka xwe ewqas ne hêsan e. Em vê helwesta Barzanî qebûl nakin û napejirînin. Xaka me rûmeta me ye. Çiqas ji destê me bê em ê piştgirîyê bidîn berxwedana Kerkûkê." Kiymetê bal kişand ser rigarkirina Reqayê jî û wiha dawî li axafitina xwe anî: " Azadkirina Reqqayê hem ji bo me bû moral hem jî kelecaneke cûda da me. Em bawe rîn  ku mizginiya azadkirina Kerkûkê jî ne dûre û nêz e."