Êşên gelê kurd nedan jibîrkirin û carek din bi bîr anîn

  • 09:23 19 Cotmeh 2017
  • Rojane

Rojda Aydin

AMED - Mamosteya wêneyê Senan Gul bi pêşangeha xwe ya bi navê Rojev: Bîr êşên gelê kurd cara duyem bi bîr xistin.
 
Pêşangeha Mamosteya Wêneyê Senan Gul a bi navê Rojev:Bîr  ku di 7’ê mehê de  li Pale Hûnerê ji gel re hat pêşandan wê  heta 21’ê mehê vekirî be. Mamoste Senan derbarê  pêşangeha xwe de ji me re axivî. Senan got ku wate û armanca vê pêşangehê ew e ku bûyerên hatine jiyîn û hatine jibîrkirin dîsa bi bîra gel bixîne û ji ber vê navê 'Rojev:Bîr' li pêşangeha xwe daniye.  Senanê anî ziman ku ew ji wêneyên rojnameyan derketiye rê û bûyerên ku qewimîne ku di rojnameyan de hatine weşandin jî wêneyê wan kişandiye û  piştre wekî kompozîson li ser tuvalê bi cih kiriye.  
 
Berdewamiya pêşangeha xwe anî
 
Senanê di berdewama axaftina xwe de got ku wêneyê ku li ser tuvalê bi cih kiriye ji bûyerên ku di du salên dawîn de hatine jiyîn e û wiha pêl da axaftina xwe: “Wêneyên ku min kişand û ragihand ser tûvalê hemû wêneyên bûyerên ku du salên  dawîn de   hatin jiyîn in. Ger ku min wêneyên xwe li gor hemû salan çêbikira ez nikaribûm ji binî derketama. Ji ber ku  jiyana  gelê kurd her tim bi mirin, komkujî û berxwedanê derbas bûye. Lewra jî min xwest ku bûyerên di salên dawîn de hatine jiyîn bigirim dest. Min wêne ji rojnameyan girt lê nivîsa li binê wan ya min e û min nivîs wek kompozîsyon girt dest. Xebatên min bi giştî li ser îmge û nivîsê bûn. Ji ber ez difikirîm ku çawa van bûyeran bînim ziman. Berê jî min du pêşangeh vekiribûn û pêşangehên min ên din jî dişibiyan vê pêşangeha min a niha. bi vî awayî min berdewamiya pêşangehên xwe yên din anî.”
 
‘Ev bûyer ji min re tu carî xerîb nayên’
 
Senanê diyar kir ku sedama wê ya kişandina van wêneyan ew e ku ew jî yek ji wan mexdûran e û ev tişt got: “Jiyana min di nav bûyeran û li koçberiyê derbas bû. Lewra jî di dilê min de tim xemgînî û kîneke mezin hebû û vê xemgîniyê bandor li ser wêneyên ku min hilbijartin û nivsa min li binê wan nivîsandiye jî kir. Ji xwe dema em li wêneyan dinêrin ew tişt diyar dibe. Ev bûyer ji min re tu carî xerîp naynê. Ji xwe hûnermendê ku di nav bûyeran de jiyane hene û hûnermend tim pêvajoya hundir radigihîne.”
 
Hebûna jinê tîne ziman
 
Senanê her wiha anî ziman ku di xebatên wê de bi giştî fîgûrên jinan hebûne. Mînak wêneyên mamosteyên jin ên ku hatine îxrackirin di çalakiyan de têdikoşin e. Hebûna jinê tîne ziman. Her wiha Senanê berî bi sê salan dest bi vê xebata xwe kiriye û hetanî vê rojê kedeke mezin daye. Senanê beriya ku vê xebata xwe bike  salekê li ser fikiriye û piştî vê bi du salan jî fikrên xwe  û wêneyên ku kişandine li ser tuvalê bi cih kirine. 
 
‘Divê hunermendên jin zêdetir bixebitin’
 
Senanê di dawiya axaftina xwe de got ku pêşangeha ku vekiriye ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hatiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên  ku tên serdana pêşangehê dikin eleqeyk mezin nîşan didin. Kesên ku tên serdana pêşangehê êşa ku jiyan e careke din dijîn. Ji ber ku gelê kurd bi caran heman êşê dijîn. Ji xwe armanca min jî ew bû ku wan bûyeran bi bîr bînim û nedim jibîrkirin.”