Dozgerî: Wan cenazeyan ji bîr bikin!

  • 09:17 19 Cotmeh 2017
  • Rojane

MÊRDÎN - Cenazeya 28 kesên di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn û du meh berê agahiya nasnameyên wan zelal bûbûn, nayê zanîn li ku ne. Hinek malbatên ku serî li dozgeriya Nisêbînê dan diyar kirin ku dozgeriyê gotiye ‘wan cenazeyan ji bîr bikin’.

Li Nisêbînê di berxwedana rêveberiyên xweser de 83 kesî jiyana xwe ji dest dabû û bi dehan cenaze hîna li goristanên bêkesan in.  Heta îro ku 8 cenaze ji înşata TOKÎ’yê hatin derxistin,bi giştî  56 cenaze li Stenbol, Riha, Mêrdîn û Amedê li goristana bêkesan hatin definkirin.  Malbatên ji bo cenazeyan serîlêdan kirin her carê rastî hincetên cuda hatin û hat hînbûn ku dozgeriyê ji malbatan re gotiye ‘wan cenazeyan ji bîr bikin’.
 
Cenaze hene, herêm nayê kolandin
 
Di hefteyên borî de li taxa Firatê cenazeyek hat dîtin û malbatê ji cil û bergên wî nas kiribû. Cenazeya ku hat îdiakirin a Abdullah Ak e, li gel israrên malbatê, cenaze ji bo DNA’yê biribûn Nexweşxana Dewletê ya Qoserê û ji wir jî biribûn Stenbolê. 
 
Malbatê diyar kir ku ji cihê Abdullah hatiye derxistin hîna bi dehan cenaze hene û şêniyên taxê got bi taybet divê ew herêm bê kolandin.
 
Şêniyê taxê her wiha destnîşan kirin ku şahidiya gelek cenazeyên hatine derxistin kirine û got her roj  di xewnên xwe de kesên jiyana xwe ji dest dane dibînin û got divê demildest înşata TOKÎ’yê bê sekinandin.
 
Hat hînbûn ku malbatên ji bo cenazeyan serî li dozgeriyê didin jî rastî gotinên ‘wan cenazeyan ji bîr bikin’ hatine.