'Rizgarkirina Reqayê wekî xencerekê li dilê DAÎŞ'ê ket'

  • 09:14 19 Cotmeh 2017
  • Rojane

Sorgul Şêxo

REQA - Klara Reqa li ser rizgarkirina Reqayê nirxandinên girîng kir.
 
Piştî berxwedana şervanên QSD'ê, YPG'ê û YPJ'ê  bajarê Reqayê bi temamî hat rizgarkirin. Êdî niha bêhna azadiyê ji Reqayê tê. Di derbarê rizgarkirina Reqayê de Fermandara Yekîneyên Parastina Jin û qordîneya ku şerê Reqayê bi rê ve dibir Klara Reqa, rizgarkirina Reqayê li şervan, gel û jinan pîroz kir û nirxandên girîng kir.
 
Klara Reqa, rizgarkirina Reqayê di destpêkê li afirînerê jiyana azad û demokratîk Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û li hemû pekrewanên azadiyê ku di oxira azadiya Reqayê de şehîd bûne, pîroz kir.
 
Li Reqayê niha kêliyên dîrokî tên jiyîn! 
 
Klara diyar kir ku di pêngava Reqayê de her çiqas zehmetî hat jiyandin jî a niha Reqa rizgar e û wiha got:" Ev bi ked û berxwdana lehengan pêk hat. Çiqas em behsa lehengtiya wan bikin jî em kêm dimînin. Êdî gotin têrî vê berxwedanê nakin. Gelek caran Dewleta Tirk û hevkarên wê rizgarkirina Reqayê dixwestin asteng bikin lê ew bi ser neketin."
 
Wateya Reqayê girîng e!
 
Klara di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Reqayê  û wiha got:"Di cîhanê de bajarê Reqayê wekî kela zilm, serjêkirina mirovan, destdirêjahiya li ser nirxên jin yên pîroz hatibû naskirin. Loma rizgarkirina Reqayê girîng bû."
 
 YPJ'ê tol ji kesên ku dijminatiya jinê dikir stend!
 
Klara diyar kir ku şervanên YPJ'ê bi bedelên giranbûha Reqa rizgar kir û wiha got: "Êdî YPJ'ê ji cîhanê re îsbat kir ku jin dikare bi hêz û îradeya xwe parastina xwe ya cewherî bikin û xwe bi rêxistin bikin. Me bi pêngava rizgarkirina Reqayê tol ji kesên ku dijminatiya jinê dikir stend."
 
Reqqa bi destê jinan hat rizgarkirin
 
Klara axaftina xwe wiha berdewam kir û got:"Jinan pêşengtiya pêngava rizgarkirina Reqayê kir û Reqa bi destên jinan rizgar bû. Ev jî weke xencerekê li dilê  DAIŞ'ê ket.  Îro jin tola xwe ji DAIŞ'ê digire. Şervanên Êzîdî jî bi rihê tolhilandinê tevlî şer bûn. Li gel hemû zor û zehmetiyan jî,  dîmenên wan kêliyên ku hatin revandin li ber çavên wan zindî bûn. Jin hîmên bingehîn ên netewa-demokratîk û federaliya Bakurê Sûriyeyê ava dike. Jin bi rihekî netewî civakê diparêze."
 
Klara, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dê saziyên civaka Reqayê û milê wê yê parastinê bi rêya meclisa Sivîl a Reqayê were avakirin. Îro bi rizgarkirina Reqayê xewn û xeyalên rêhevalên di oxira rizgarkirina Reqayê de şehîd ketin, pêk hat. Em soza avakirina civakek demokratîk û federaliya Bakûrê Sûriyê didin."