‘Ji bo koas pêk neyê divê hevdîtinên bi Ocalan re dest pê bikin’
- 09:11 19 Cotmeh 2017
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Endama Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîzê diyar kir ku der barê nûçeyên ku der barê Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan de derketine de divê hewldanên baş û bawerkirî bên destpêkirin. Salîhayê daxuyakirin ku ji bo kaosek pêk neyê divê agahiyên rast bên dayîn.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 6 sal in nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ev saleke jî bi malbatê re nikare hevdîtinê pêk bîne. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde agahiya ku ewlehiya wî di xetereyê de ye belav bû û di rojên borî de jî li ser hesabên çapemeniya civakî îdiayên ku jiyana xwe ji dest daye derketin holê. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê got:" ev nûçeyên bê bingeh in." Kurd û dostên Kurda di daxuyaniyên ku dan de diyar kirin ku ev mirovan tatmîn nake û dozger bûyerê ji ser xwe diavêje.
Li Ewropa û Kurdistanê jî bertek mezin dibin û endama Dîwana KCD’ê Salîhayê jî da zanîn ku divê demildest malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin.
‘Komplo didome’
Salîhayê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne şexsiyetekî ji rêzê ye û got komplo hîna berdewam dike û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan ev 6 sal in nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.Saleke jî nekare bi malbatê re hevdîtinê bike. Pergaleke tecrîdê ya li cîhanê mînaka wê tuneye tê meşandin. Li cîhanê Guantanamo û girtîgehên mînak didin lê li wan deran hevdîtinên bi malbatan re û şandina nameyan heye. Lê li Îmraliyê pergaleke tecrîdê ya li tu derê mînaka wê tuneye, heye. Abdullah Ocalan îradeya mîlyonan e. Bi rojane mirov ji bo wî li qadan e.”
‘Bi mîlyonan kes mereq dikin’
Salîhayê daxuyakirin ku di rojên borî de der barê tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan de nûçe derketine û daxuyaniyeke derbaskirî ya der barê şexsiyetekî ku mîlyon mereq dikin de nayê qebûlkirin û daxuyaniya serdozgeriya komarê ya Bursayê daye qels e û wiha got: “Divê malbat an parêzer hevdîtinê bikin û agahiyan bi rayagiştî re parve bikin. Pergala tecrîdê ji şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin cuda nîne. Pirsnîşanek biçûk a der barê ewlehî û tenduristiya Birêz Ocalan de rê li ber hewldanan vedike. Ji bo kaosek pêk neyê divê agahî bên dayîn."








