Li Edeneyê taxên kurdan hedef tên girtin
- 09:02 19 Cotmeh 2017
- Rojane
Fîlîz Zeyrek
EDENE - Li Edeneyê taxên Kurdan hema hema her roj ji aliyê polîsan ve tên serdegirtin. Jinan da zanîn ku polîtîqaya li dijî taxên Kurdan bi armanca gel bitirsînin pêk tên û gotin ji ber Kurd in rastî van polîtîkayên zextê tên.
Ji roja OHAL hatiye îlankirin heta niha gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn û rojek berê bi biryara ku ji Lijneya Ewlehiya Neteweyî hatiye girtin OHAL dîsa hat dirêjkirin. Li Edeneya ku nifûsa Kurdan zêde ye, hema hema her roj bi ser taxên Kurdan de tên girtin û bi dehan kes tên binçavkirin. Kolanên ku ji aliyê dewletê tê hedef girtin hinek jê ev in: Gulbahçesi, Daglioglu, Kuçuk Dîkîlî, Barbaros, Denîzlî ku ev kolan hemû girêdayî navçeya Seyhanê ye. Di nav van kolanan, kolana 19 Mayis a girêdayî navçeya Yuregirê jî heye. Jinan li dijî vê rewşê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi zextan dixwazin gel bitirsînin.
‘Tup vekirî hiştine û çûne’
Di operasyona hefteya borî ya li navenda Edeneyê hat kirin de 34 kes hatin binçavkirin û malên serde hatibûn girtin serobino hatibû kirin. Meryem Aka diyar kir ku di ser mala dayika wê ya 60 salî de girtine û wiha got: “Bi zorê ketine mal. Tupa mutbexê vekirî hiştibûn. Hemû mal û dukan serobino kiribûn. Em demek dirêj neketin hundir. Ev tiştekî bi zanebûn hatibû kirin. Ger tup biteqya em ê hemû bimiran. Dayika min 60 salîêye. Gelo çi zirara wê gihiştiye wan. Ev tiştê ku hatine kirin ne dijminahiya li dijî Kurdan be,wê demê ev çi ye?”
‘Dixwazin bi zextan biçewisînin’
Jina bi navê Gaysa Sunayê jî diyar kir ku hîna sê xizmên wê di bin çavan de ne û diyar kir ku hema hema her roj bi ser taxên wan de tên girtin û got: “Êdî aramî nemaye. Bi zextan hewl didin me heps bikin. Me biçewisînin. Dema hatin, derguşa bebekê jî serobino kirin. Heqeret li me kirin. Her roj vê zilmê li taxê dikin. Bi gel re aramî nehiştin.Ji ber em Kurd in van tiştan tînin serê me.”
‘Em êdî natirsin’
Fadîle Akgulê jî bi lêv kir ku şefaqa sibehê bi ser mala wê de girtin, heqeret li keça wê kirine û binçavkirine. Fadîleyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me polîtîkaya çewisandinê vala derxistiye. Bi zilmê nikarin bigihêjin cihekî. Em di bodruman de hatin şewitandin, cenazeyên me li kolanan man. Bedenên me hatin teşîrkirin. Zarokên me di hembêza me de mirin. Em hîna çi bijîn? Em êdî ji ti tiştekî natirsin.”








