Çalakiya Yukselê di roja 344'emîn de ye: 3 kes hatin binçavkirin
- 15:57 18 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Çalakiya Kolana Yukselê ya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 344’an de ye. Polîsan mudaxale kir û 3 kes hatin binçavkirin.
Çalakiya grêva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 224’an de ye, ya kedkarên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 344’an de berdewam kir. Îro Mehmet Dersulu yê bi biryara KHK’ê ji kar hat avêtin jî beşdarî çalakiyê bû. Çalakgeran pankarta “Grêva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh di roj 224’an de ye, bila serbest bên berdan” vekirin û dirûşmên “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” û “Em karê xwe başve dixwazin” berz kirin.
Polîsan mudaxaleyî çalakgeran kirin û panqarta wan qetandin. Polîsan Mehmet Dersulu û 2 çalakgerên din bi lêdanê kirin binçavan û rojnameger asteng kirin.








