Aycan Îrmez: Berpirsiyarê hezan û komkujiya ku hat jiyandin, hukumet e

  • 12:47 18 Cotmeh 2017
  • Rojane
ŞIRNEX – Do li Kana Komirê hezan pêk hatibû û 7 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Parlamentera Şirnexê ya HDP’ê Aycan Îrmez bertek şanî daxwiyaniyên ku piştî hezanê hat kirin da û diyar kir ku berpirsiyarê hezan û komkujiyê hukumet e.
 
Do li Kana Komirê ya ku nêzî 5 km. dûrî navenda bajarê Şirnexê ye hezan pêk hat û 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan, yek jî bi awayekî giran birîndar bû. Piştî bûyerê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî daxuyakirin ku Kana Komirê bê ruhsat û qaçax e. Walîtiyê jî diyar kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dest pê kirine û di vê  çarçoveyê de ji aliyê “têkiliyên rêxistinê” ve jî lêpirsîn dest pê kirine. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez derbarê mijarê de nirxandin kir û diyar kir ku her sal bûyerên bi vî rengî li Şirnexê tê jiyandin û di vî warî de tedbîr nayê girtin.
 
‘Dewletê heta a niha di warê kar de ewlehî safî nekiriye’
 
Aycanê diyar kir ku  gelek malbat ji bo  debara xwe bikin ji mecbûrî li Kana Komirê dixebitin. Aycanê got:”Van deran berê ji aliye dewletê dihat xebitandin. Lê dawiyê bi polîtiqayên xwemalîkirinê ya AKP’ê dest guhert. Dawiyê rayedarê dewletê li vir denetîm çênekirin. Dewletê li vir ji aliyê ewlehiya kar tu gav neavêtiye.”  
 
‘Zîhniyeta ku li Somayê ‘FETO’ dike hincet, li Şirnexê jî ‘rêxistinê’ dike hincet
 
Aycanê bal kişand ser daxwiyaniyên walîtiyê û rayedaran û diyar ku sedema van daxwiyaniyan tenê xweşofandin e û wiha berdewam kir:" Zîhniyeta ku ji bo Somayê wekî hedef FETO nîşan dan îro ji bo Şirnexê jî rêxistinê dikin hincet. Lê bi daxwiyaniyên bi vî rengî ew nikarin xwe paqij derxînin. Hewceye ku ji bo ewlejiya karkeran zagon bên avakirin. Komkujiya ku pêk hat berpirsiyarê wê hukumet e."