Serkeftina Reqayê li Rimeylanê hat pîrozkirin

  • 11:23 18 Cotmeh 2017
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê ji bo rizgarkirina Bajarê Reqayê bi hezaran kes daket qadan û şahî li darxistin.
 
Piştî ku rizgarkirina Bajarê Reqayê bi awayekî fermî hat ragihandin, li bajarokê Girkêlegê gel rizgarkirina Reqayê pîroz kir. Bi hezaran gelê  kurd û ereb li bajarê Girkêlegê ,Çilaxa,Tilkoçer û gundewarên wê daketin qadan û mizgîniya rizgarkirinê bi şahiyan pîroz kirin. 
 
Gel di destpêkê de bi wesayetan derketin nava  bajarê Girkêlegê û şahî pîroz kirin. Dawiyê berê xwe dan bajarokê Çilaxa, li wir di nava bazara bajêr de geriyan û li qada Ş. Xebat rawestiyan. Piştî rawestandinê Fermandara YPJ’ê Arzeşîn Amed wiha axivî:”Di destpêkê de em rizgarkirina Reqayê li tevahî gelên xwe û şervanên azadiyê pîroz dikin. Dê her tim serkeftin a me be. Ev pêngava rizgarkirinê em li Rêber Apo pîroz dikin.  Em ê her tim şopdarê rêya şehîdên xwe bin. Em tu caran ji rêya heqîqet û rastiyê venagerin. Îro li Şengalê û Kerkûkê jî hêzên dagirker dixwazin dagirkeriya xwe mayinde bikin. Lê em  weke YPJ,YPG,QSD tu caran bindestiyê qebûl nakin. Em ê her tim bi ser kevin. Weke jin em ê tim pêşengtiya civaka azad bikin."
 
Şahî bi dirûşmeyên "Bijî serok apo",  "Bijî berxwedana Reqayê" hat bi dawî kirin.