Xwendekarên Aqademiya Tendirustiyê tecrîd şermezar kirin
- 10:52 18 Cotmeh 2017
- Rojane
SERÊ KANIYÊ - Xwendekarên Aqademiya Tendrustiyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek ji raya giştî re dan.
Ji bo hînbûna rewşa dawî û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwendkarên Aqademiya Tendrustiyê ya bajarê Serê Kaniyê ya herêma Cizîrê daxuyaniyek ji raya giştî re dan. Daxuyanî bi tevlîbûna hemû endamên Aqademiyê pêk hat.
Di daxuyaniya xwendekarên Aqademiya Tedrustiyê de wiha hat gotin:
Bi navê xwendekarên Aqademiya Tendirustî ya Rojava em vê daxwiyaniyê ji bo zelal kirina rewşa Rêber Apo û bi taybet jî ji bo tendirustiya wî didin .Rewşa ku niha serokatî tê de ye, em wekî barekî li ser milê xwe dibînin.
Ev tecrîda li hember Rêber Apo demeke dirêje ku tê meşandin û tu agahî ji serokatî nehatiye girtin. Em nizanin rêber Apo di çi rewşê de ye. Bila dijmin tu carî nefikire ku ew ê bi vê tecridê hêza me kêm bike.
Serkeftina me ya aqademiyê em dixwazin ku ji bo çareseriyê bibe moralek. Ji bo guhertinek pêşketî ya di nava civakê de, em ê fikir û ramanên Rêber Apo bi cih bînin.
Em dixwazin dengê me ji rêxistinên ku mafê mirovatiyê diparêzin re wek hişyariyekê bê, ji bo ku li ser rewşa Rêber Apo bisekinin. Weke xwendekarên Aqademiya Tendirûstî ya Rojava, em vê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi zimanekî tund şermezar dikin .
Daxuyanî bi diruşmeyên" Bê serok jiyan nabe",”Ji bo Rêber Apo,azadî" bi dawî bû.








