Girîngiya çarxereya Neîm çi ye?
- 10:12 18 Cotmeh 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
REQA - Berdevka Fermî ya Rizgarkirina Reqqayê Cîhan Şêx Ehmed girîngiya çarxereya El-Neîm nirxand û diyar kir ku ew niha kêliyên azadiyê ku di dîrokê de wê were nivîsandin dijîn.
Berdevka Fermî ya Rizgarkirina Reqqayê Cîhan Şêx Ehmed derabarê rizgarkirina Reqayê de û girîngiya Çerxerêya El -Nehîm ku DAÎŞ'ê wekî Çerxerêya Cehîm bi nav dikir de nirxandin kir. Cîhanê di nirxandina xwe de rizgarkrina Reqayê jî li hemû gelan û li pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan pîroz kir.
Cîhanê bal kişand ser Çarxereya Neîm ku di hundirê bajarê Reqqayê de ye û wiha got: " Ev çerxerê di serdema ku çeteyan DAÎŞ'ê Reqa dagir kiribûn de bi navê Çarxereya Cehîm dihat bi navkirin, ji ber ku ew çarxerê ji aliyê çeteyan ve ji bo serjêkirina mirovan dihat bikaranîn. Çarxereya El Neîm di encama operesyona Ednan Ebû Emce de beriya ku Reqayê bi temamî bê rigarkirin hatibû rizgarkirin."
Cîhanê diyar kir ku ew niha kêliyên azadiyê ku wê di dîrokê de bi tîpên zêrîn bên nivîsandin dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: Azadiya Reqayê li hemû gelan û li pakrewanên azadiyê ku canê xwe xwe fida kirin pîroz be."
Operesyona paqijkirinê dewam dike.








