'Gotin têrî rizgarkirina Reqayê nake'
- 09:06 15 Cotmeh 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
REQA - Arîn Şam soza ku dabû jinên Reqqayê bi kêliyên berxwedanê ber bi azadiyê ve pêk tîne.
Bi hezaran keç û xort tevlî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûne û di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine û pirek ji hemû mirovan re bi xwîna xwe ya zelal dane avakirin. Ev asta fedaîtiyê îro ber bi azadiyê ve diçe. Jin ji hemû perçeyên Sûriyeyê û cîhanê tevlî şoreşê bûne. Lehengiya şervanên YPJ'ê û nivîsadandina vê lehingiyê di rûpelên dîrokê de cih digire û ev jî bûye hêviya hemû jinan.
Arîn Şam şervana bi temenê xwe 19'salî ye û ji paytexta Şam a Sûriyeyê ye dibêje:" Soza min ji jinên Reqayê re heye ku heta jinek di destên Çeteyê DAIŞ'ê de bimîne ew ê bê navber têkoşîna xwe dewam bikin.
'Lehengiya şervanan bandor li min kir'
Arîn wiha berdewam kir : "Dema ku ez li Şamê bûm, min li ser TV'yê gelek dîmenên şervanên YPJ'ê didîtin. Ew şervanên ku bi xwîna xwe ya zelal dîroka azadiyê nivîsandin e. Ji min re bû meraq, min her dixwest ku vê rastiyê bi çavên xwe bibînim. Lê herî dawî û piştî hewldanan min xwesteka xwe pêk anî."
Gotin têrî Hovitiya DAIŞ'ê nake!








