ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 15 Cotmeh 2017
  • Rojev
*Dewlet bi sewqîyetên leşkerî û avakirina qereqolan bajar û navçeyên Kurdîstanê werdigerîne, qereqolan. Piştî qedexeyan, li Geverê li her serê taxekê qereqolek hat avakirin û her roj jî ji bo gundên derdorê û navendê sewqîyatên leşkerî pêk tên. Hevseroka DBP a Geverê Oznûr Evîn da zanîn ku hêzên dewletê zirar didin gel. DÎMEN HEYE
 
*Arîn Şam soza ku dabû jinên Reqqayê bi kêliyên berxwedanê ber bi azadiyê ve pêk tîne. DÎMEN HEY
 
*Xebatkarên Firneya Zagrosê ku derbarê girîngiya kar û xebata jinê de axivîn diyar kirin ku divê jin ji bo xwe ji koletiyê rizgar bike kedê bide, ji ber ku ked yek ji xalên bingehîn a ku jinê ber bi serkeftinê ve dibe ye. DÎMEN HEYE
 
*Tugba û Bîrhan ji aliyê şîrketa dixwaze li Geliyê Alakirê HES’ê çêbikin rastî tehdîdê hatin û ji Biratiya Çemê Alakirê Încî Bîlgîçê diyar kir ku ew ji ber Tugba û Bîrhan  bifikarin.  Înciyê diyar ir ku divê demildest hemû parêzvanên mafê jiyanê bi etîketa #hayratbirşey li ser çapemeniya civakî û her derê cudabûnê biafirîne.
 
*Piştî tekoşîn û berxwedana bê hempa ku sala 2014`an de li Kobanê hat meşandin, bandoreke pir mezin li ser min kir. Loma yek ji xeyalên min ew bû ku ez Kobana berxwedêr ku bi xwîna şehîdan hatî avdan bibînim. Ev ji bo min manewiyate pir mezin bû.
 
*Funda Polat ya pîşeya wê muhasebe bû, piştî welidînê ji karê xwe bû. Fundaya ku serî li dijî pergalê netewand, odeya xaniyê xwe veguhert atolyê û dest bi hilberînê kir.  Fundayê diyar kir ku divê jin qadên ku jin dikarin xwe azad bikin, biafirînin.
Funda Dogan ya pîşeya wê muhasebe beka wê 8 mehiye û ji ber zaroka wê heye serlêdananên kar jî bê encam tê hiştin. Fundayê diyar kir ku divê jin qadên ku xwe azad dibînin biafirînin û an jî mêr jinan hepsê malê dikin. DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Marçîkê Şîrketa Înşata Suroglu ji bo kana keviran sondaj vekir û vê jî rê li ber bertekên hawirdorparêz û gundiyan vekir. Gundiyên bertek nîşand an gotin: “Dewlet dixwaze Dêrsîmê bi projeyên HES û înşatê dagir bike. Emê li dijî taşeronên dewletê yên xwezayê talan dikin berxwe bidin.”