Dayikên Şemiyê: Ji bo xwedîderketandina heqîqetê em li vir in

  • 16:08 14 Cotmeh 2017
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 655’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta Fehmî Tosun û Huseyîn Aydemîr ên di 19'ê Cotmeha 1995’an de hatin revandin û windakirin pirsîn. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku wan yên hatina windakirin ji bîr nekirine û dê ji bîr nekin. 
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 655’an de bi dirûşmeya “Faîl diyar in, winda li ku ne" li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Dayikan di çalakiyê de panqarta "Faîl diyar in, winda li ku ne" vekir û wêneyên ku qurnefil û şarikên sipî yên senbola aştiyê li ser bûn, vekirin. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Pervin Buldan, Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu û gelek kesên din amade bûn. Dayikan vê hefteyê çîroka Fehmî Tosun ê 35 salî û Huseyîn Aydemîr ê 34 salî yên di 19'ê Cotmeha 1995’an de hatin revandin û windakirin vegotin. Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, bal kişand ser doza Şemzînan û Lîceyê û wiha got: "Ev îktîdar xwediyê dewleta kûr yê nû ye. Em dê komkujiyên li Roboskî û qadên din her dem zindî di hişan de bihêlin.
 
‘Berê torosên spî niha jî sîha hene'
 
Serokwekîla Koma HDP'ê Pervin Buldan jî diyar kir ku 22 sal in li Qada Galatasarayê aqûbeta windayan dipirsin û wiha got: "Hişmendiya Fehmi Tosun û kesên din ku hatin winda kirin, îro hebûna xwe aşkere diparêzin. 22 sal in em li gel Hanim Tosun li vê qadê li windayan dipirsin. Me aqûbeta Fehmî, Hasan Ocak pirsî, lê me encam negirt. Fehmî bi Torosa spî hat revandin û qetilkirin. Niha SÎHA ketin meriyetê. Niha li Kurdistanê SÎHA mirovan qetil dikin. Hişmendî nehat guhertin. Berê Torosan îro SÎHA mirovan qetil dike. Em dê her dem hesab bipirsin û heta em encam bistînin em ê têbikoşin."
 
‘Me ji bîr nekir em ji bîr nakin'
 
Hevsera Fehmî Tasun ê di 19'ê Cotmeha 1995’an de hat revandin û windakirin, Hanim Tosun jî anî ziman ku 22 sal in çîroka hevserê xwe dibêje û wiha got: “Huseyîn Aydemîr û Fehmi Tosun ne mirovên ji rêzê bûn. Siyaset heq e, lê mafê wan ê înfaza bê daraz  tune ye. Em mafê hemû kesên ku hatin windakirin diparêzin. Heta ku kujer derkevin pêş darazê û bên cezakirin em dê têkoşîna xwe û lêgerina xwe berdewam bikin. Heta em kujerên we ronî bikin em we ji bîr nakin em dê we nedin ji bîr kirin." 
 
Piştre nameya keça Huseyin Aydemir Dilan Aydemir a ji Amedê şandiye hat xwendin. Dîlan Aydemir, wiha got: "Em ê li Amedê, zarokên mamê min Fehmî jî dê li Stenbolê wêneyên bavên xwe bilind bikin. Em bi hevre wî ji bîr nakin." Kurê Abdullah Canan, Tayip Canan jî xwest ku dewlet arşiv û qeydan veke û kujeran darizîne." 
 
‘Dê min bikujin' 
 
Li ser navê dayikan Dayika Şemiyê Sebla Arcan daxuyanî da û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê di qada navneteweyî de yên ku hatine windakirin qebûl kir." Gotin ji bo em dosyaya Fehmi Tosun û Huseyin Aydemir ji nû ve vekin em hatin cem hev. Tosun û Aydemir ji Lîce ya Amedê bûn. Bavê zarokan bûn. Ji ber zextan neçar man Lîcê terk bikin û bên Stenbolê. Tosun û Aydemir di 19'ê Cotmeha 1995’an de di saetên êvarî de ji aliyê polisên sivîl û bi çek ve bi torosa spî ya plaka 34 UD 597 hatin binçavkirin. Dema polîsan bi Torosê ew li ber malê binçav kirin, kir qêrîn û ji zarok û hevserên xwe re got ‘Ez hatim binçavkirin. Dê min bikujin' cîran jî bûn şahidê bûyerê. Piştî Tosun hat binçavkirin hevsera wî çû qereqolê û bûyer vegot. Plakeya maşînê da qereqolê. Malbata Tosun û Aydemir  serî li hemû rêyên zagonî û hiqûqî dan û serî li hemû saziyên dewletê dan. Lê hemû saziyên dewletê ev yek înkar kir. Malbata Tosun doz birin DMME'ê. Doz li DMME'ê bi encam bû. Hikûmetê parastin da DMME'ê û got "Em xemgîn in." Piştî vê yekê der barê Tosun û Aydemir de lêpirsînek çalak nehat kirin. 
 
Hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e
 
Sebla, herî dawî anî ziman ku ji nediyarkirina faîlên Fehmî Tosun û Huseyîn Aydemir AKP berpirsiyar e û wiha bi dawî kir: "Midûrê Polîsan ê berê Necdet Menzir, Waliyê Stenbolê yê berê Hayri Kozakçioglu, Midurê TEM'ê yê Stenbolê yê berê Reşat Altay, Cîgirê Midûrê Şaxa TEM'ê yê Stenbolê Kadir Akbıyık, Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar, Nahit Menteşe, Serokwezîra berê Tansu Çîller û Serokomarê berê Suleyman Demirel berpirsiyar in. AKP a ku di qada navneteweyî ya cîhanê de windakirina Fehmi Tosun qebûl dike û îro berpirsiyariya xwe bi cih nîne, sûcdar e"