Saadet Becerîklî: Navenda jinan di destê kî/ê de ne em nizanin

  • 15:27 14 Cotmeh 2017
  • Rojane
STENBOL - Parlamentera HDP'ê Saadet Becerîklî diyar kir ku qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP'ê hatine kirin, saziyên jinan dane girtin û wiha got: "Bi hezaran jinan serî li van navendan dan. Ev serlêdan niha di destê kî/ê de ne em nizanin."
 
Di pêşengiya Partiya Pêşeroja Çep û Kesk (YGSP) li Otela Hîll a li Taksîmê sempozyuma bi navê "Rêveberiyên Herêmî yên Fîkrî Sonmez" hat lidarxistin. Di sempozyumê de Parlamenterê HDP'ê Osman Beydemîr, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko û Hevberdevka YGSP'ê Eylem Tuncaellî û Nacî Sonmez û gelek berdevkên saziyên sivîl jî cih girtin.
 
Di sempozyumê de destpêkê sernavê "Ji Fatsayê Heta Îro Rêveberiyên Herêmî" hat nîqaşkirin. Rûniştina ku moderatoriya wê Nergîz Vasfîgolu dikir, şaredarê Pulumura Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî û nivîskarê "Fatsa Gerçegî" (Rastiya Fatsayê) Pertev Aksakal axivîn. Hevberdevka YGSP'ê Eylem Tuncaellî diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên tund û yek rengî bingeha civaka herî mezin bê rêxistinkirin û bi vê hêzê bersiv bê dayîn.
 
Qeyûman di destpêkê de jin ji kar avêtin
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî jî der barê tecrûbeyên jinan ên li rêveberiyên herêmî de agahî da. Saadet piştrast kir ku qeyûmên ku tayînên şaredariyên DBP'ê hat kirin,di destpêkê de jin ji kar avêtin û bal kişand ser navendên jinan ên hatine girtin û wiha got: "Bi hezaran jinan serî li van navendan dan, di destê kî/ê de ne em nizanin. Jinên li bajarên kurdan, bi tevgera azadiyê re têkoşînê didin û rêya wê esas digirin."