Gelê bajarê Serê Kaniyê ji bo azadiya Ocelan meşek li dar xistin

  • 15:16 14 Cotmeh 2017
  • Rojane
SERÊ KANIYÊ - Bi sedan jinên bajêr bi armanca şermezarkirina komploya Navneteweyî a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan meşek li dar xistin.
 
Li bajarê Serê Kaniyê Herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina Komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan jinan  meşek li dar xistin. Meş bi tevlîbûna Kongira Star, YPJ'ê, Asayîş, Mala Jinê, jinên çand û hûner, mamosteyên ziman û endamên saziyên Rêveberiya xweser pêk hat. Meş ji navenda çand û Hûnerê heta navenda bajêr bi siloganên ‘Bê serok jiyan nabe’ dewam kir. Meş bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan , alên Kongira Star, YPJ'ê û bi panqartên "Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye" hatibû xemilandin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, hervseroka Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hîva Erebo axivî, Hîva di destpêkê de komploya li dijî Ocelan bi tundî şermezar kir û diyar kir ku divê jin ji bo azadiya Ocelan her di nav çalakiya de bin.
 
Her wiha li ser navê Kongira Star Bêrîvan Naso daxuyanî xwend, di daxuyaniya Kongira Star de Komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hat şermezar kirin û diyar kirin ku ev planên dewleta AKP'ê dê tu carî negihêjin armanca xwe û ew ê nikaribin hêz û îradeya gelê kurd bişkînin. Jinên ku bi fikir û felsefeya Ocelan xwe bi rêxistin kirine wê ji bo azadiya wî her di nava çalakiyan de bin.
 
Meş bi dirûşmeya "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.