Xizmên windayan di hefteya 453'yan de ne

  • 15:06 14 Cotmeh 2017
  • Rojane
AMED - Di çalakiya rûniştinê ya 453’yan de aqûbeta Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosun hat pirsîn û hat gotin ku "Heta ku em sax bin em ê şopdarê wan bin."
 
Çalakiya "Bila yên windayî bên dîtin, kujer bên darizandin" a Xizmên Windayan ku her hefte bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re tê lidarxistin,  di hefteya 453'yan de li avahiya ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên windakirî hatin hildan û aqûbeta wan hat pirsîn. Di çalakiyê de Serokê şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û ev tişt got: "Ev kesên ku ji heqîqetê direvin, dê ji hevrûbûna heqîqetê rizgar nebin. Her roja ku windahiyên me nayên dîtin êşên me mezin dibin. Dê tu dewlet nikaribe bibe asteng ku ji bo heqîqet derkeve holê."
 
'Heta ku em sax bin em ê li pey şopa wan bin'
 
Di çalakiya vê heftê de Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosun ên di 19'ê Cotmeha 1995'an de hatin windakirin aqûbeta wan hat pirsîn. Di çalakiyê de kurê Huseyîn Aydemîr Şehmus Aydemîr axivî û ev tişt anî ziman: "Bavê min bi Fehmî Tosun re di 19'ê Cotmeha 95'an de hat windakirin. Me tu agahî jê negirt. Ji ber ku em difikirin ku hatine kuştin, em dixwazin goreke wan hebe. Kesê ji vê re dibe asteng ew zalim e. Em 25 sal e têkoşîna windahiyan didin. Lê me tiştek bi dest nexist."
 
Xwuşka Fehmî Tosun Kiymet Zengîn jî ev tişt got: "Em ji dewletê vê yekê dipirsin, sûcê van mirovan çi bû? Bila vê yekê ji me re bêjin. Ev mirov li welatê xwe, li mala xwe û li gundê xwe dijîn. Heta ku em sax bin em ê li pey şopa wan bin."