Ji bo hevserokên komînan civîn hat li darxistin

  • 15:04 14 Cotmeh 2017
  • Rojane
SERÊ KANIYÊ -  Ji bo hevserokên jin ên komînan Kongira Star li navenda Çand û Hûner a Bajêr civînek li dar xist.
 
Îro li bajarê Serê Kaniyê yê Herêma Cizîrê li navenda Çand û Hûner a Waşo Kanî Rêxistina Kongira Star ji bo hevserokên jin ên ku piştî hilbjartinên komînan dest bi karê xwe kirin  civînek li darxistin. Bi tevahî hevserokên jin ên komînan ên bajarê Serê Kaniyê û xeta gundan û zirgan tevlî civînê bûn. Her wiha Hevseroka Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hîva Erebo jî beşdarî civînê bû.
 
Civîn bi deqeyek rêzgritin dest pê kir, paşê hevseroka Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hîva Erebo axivî, Hîvayê di destpêkê xêr hatin xwest û  hilbajartin li wan pîroz kir û diyar kir ku pergala hevserokatî ku wekheviya di navbera jin û mêr de dipejirîne li Bakurê Sûriyeyê sîstemeke nû ye.
 
Hîvayê di berdewamiya axaftina xwe de koletiya ku pênc hezar sal in li ser jinê tê meşandin anî ziman û wiha got" Sîstema ku Rêjîma Sûriyeyê dimeşand tenê biryara bi îradeya mêr digirt û rola jinê di civakê de wenda dikir. Erkê ku dikeve ser milên hevseroka jin pir mezin e. Ji ber ku jin dûrî berjewediyên şexsî disekine û ji bo xizmeta civakê biryarên girîng digire. Îradiya jinê ku îro derketiye holê dê siberoja Bakurê Sûriyeyê ronî bike. 
 
Civîn bi nîqaş û pirsan bi dawî bû.