Ji rojnameyên ku 'Komkujiya li dijî jinê' nabînin zimanekî zayendperest
- 13:57 14 Cotmeh 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pendîkê mêrê bi navê Mustafa Yetgîn bi çekê Hêlîn Palandoken qetil kir, gelek rojnameyên ku ev bûyer di rûpela xwe ya yekemîn de weşand, yekî jî wekî "kuştina jinekê" nîşan neda .
Li Îstasyona Trenê ya Guzelyaliyê ya navçeya Pendîka Stenbolê, mêrê bi navê Mustafa Yetgîn doh bi çekê, xwendevana Lîseya Anadolu ya Teknîk û Pîşeyî û Pîşeya Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê, qetil kiribû. Di êrîşê de 3 xwendevan jî birîndar bûbûn. Di êrîşê de xwendevana 17 salî Hêlîn Palandoken jî jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdiayan, Hêlîn hezkiriya Mustafa bû. Doh gelek televîzyon û rojnameyan bûyer wekî deqeya dawî weşand.
Îro jî gelek rojnameyan di rûpelên xwe yên yekemîn de cih dan bûyerê. Lê rojnameyên ku bi zimanekî zayendperest bûyer vegotin, xwestin ser kuştina jinekê bigirin û wekî ku mirinê rewa nîşan bidin, nûçe weşandin. Hin rojnameyan ji bo mêrê kujer pênaseya "evîna hingofî" (saplantı aşık) kir, hin rojnameyan jî wekî "erjenga hezkiriyê kevin" (eski sevgili dehşeti) serwîs kir.
Di rûpelên yekemîn ên rojnameyan de hin sernav wiha ne:
Akşam: Hezkiriyê erjengî di derketina dibistanê de li Hêlînê da
Cumhuriyet: Qurbana herî dawî Hêlîna lîseyê ye
Guneş: Li ber dibistanê erjenga pompeyî
Haber Turk: Di derketina dibistanê de erjeng
Hurriyet: Li Pendîkê erjenga hezkiriyê kevin
Karar: Li ber dibistanê erjenga dexesiyê
Mîlliyet: Di derketina dibistanê de erjenga pompeyî
Posta: Hêj 17 salî bû
Sabah: Di rêya dibistanê de erjenga pompeyî
Star: Di derketina dibistanê de erjenga hezkiriyê wê
Takvîm: Ciwanê hingofî evîna xwe ya kevin di rêya dibistanê de kuşt, erjeng!
Turkiye: Li dibistanê erjeng
Vatan: Erjenga lîseyê








