'Pênûs û kameraya Dilîşan Îbiş li erdê namîne'
- 11:27 14 Cotmeh 2017
- Rojane
QAMIŞLO - Nûçegîhana ANHA'yê Dilîşan Îbîş îro seat di 10.00'an ji bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna hevalên wê yê rojnamevan û nûçegîhan ber bi Kobanê ve hat oxirkirin.
Cenazeyê Nûçegîhana ANHA'yê Dilîşan Îbîş ji Qamişloyê bi tevlîbûna hevalên wê yê rojnamevan û nûçegîhan serê sibê seat di 10.00'an de ji morga Enteriyê hat wergirtin û ber bi Kantona Kobanê ve hat bi rêkirin.
Dilîşan Îbîş li Dêrazorê dema ku nuçegîhanî dikir û nûçeya rizgarkirina sîvîlan dişopand, DAÎŞ'ê erebeyeke di nava sivîlan de teqand û di encama vê teqandinê de nuçegîhan Dilîşan Îbîş jiyana xwe ji dest da. Di vê teqandinê de rojnameger Rizgar Deniz, nûçegîhanê ANHA'ye Hogir Ehmed jî birîndar bûn.
Di merasîma oxirkirina Dilîşan Îbîş de Endama Yekîtiya Ragîhandina Azad Stêrk Gulo li ser keda nûçegîhan Dilîşan Îbîş axivî û wiha got: "Em Îro hevala xwe ya rojnameger Dilîşan Îbîş ber bi bajarê berxwedanê ve oxir dikin. Ew jî weke Şîlan, Nûjiyan, Eylul û Agirî di şerê berxwedanê û rizgarkirina rûmeta mirovatiyê de jiyana xwe ji dest da. Em weke hevalên wê yên rojanamevan dibêjin ku tu caran wê pênûs û kameraya wê li erdê nemîne. Dema ku dijminê mirovatiyê DAÎŞ'ê seyare di nava sivilan de teqand gelek gel û hevalên me şehîd ket. Kameraya Dilîşan jî hat şewitandin. Em weke Rojnamevanên hevalên wê dibêjin ger ku em bi kameraya xwe jî werin şewitandin wê em ê tu caran dev ji şopa xwe bernedin."








