Ji bo dermankirina Suzanê hewcedarî bi piştevaniyê heye
- 09:30 14 Cotmeh 2017
- Rojane
Fîlîz Zeyrek
DÎLOK - Suzan Yalçin ya 11 salî ku bi pençeşêra îlîkê ketiye, niha li bende donoreke li gorî xwe ye.
Suzan Yalçin ya 11 salî ku li Dîrokê dijî ji du saliya xwe heta niha li dijî pençeşêra îlîkê têdikoşe. Malbata Suzanê ku heta îro serî li gelek nexweşxaneyan da encamek erênî negirt. Ji ber bêderfetiya aborî ya malbatê dermankirina Suzanê jî tam nehat kirin û ger donurek li gorî wê neyê dîtin wê jiyana xwe ji dest bide.
‘Her roj ji emrê keça min diçe’
Ayşe Yalçin ya 6 sal berê keça xwe Pinar ya 7 salî ji ber vê nexweşiyê wenda kir diyar kir ku Suzan jî roj bi roj li ber çavê wê dihele û wiha got: “Em ji bo Suzanê çi ji destê me tê dikin. Lê mixabin me tiştek bi dest nexistiye. Em her tim bi Wezareta Tenduristiyê re di têkiliyê de ne. Ger bexş hebe wê li me vegerin. Lê hîna ji wir agahî nehatiye. Her roj ji emrê keça min diçe.
Ayşeyê banga hestiyariyê kir û got bila dengê keça wê bibihîzin.








