Çîroka Buketê ya ji Mecîdiye koyê berbi Yakakoyê

  • 09:16 14 Cotmeh 2017
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
MUGLA - Buket Ulukut ya li Yakakoyê ya Fethiyeyê dijî, ji jiyana Mecîdiyekoyê xwe gîhand jiyana çewlîgê. Buketê li Yakakoyê bi bizinekê çewlîg ava kir û diyar kir kudivê  li gundan piştgirî ji bo hilberîneriyê bê dayîn.
 
Buket Ulukutê li Yakakoy a Fethiya Muglayê bi bizinekê çewlîg ava kir û ligel gotinan wê di rêya xwe de berdewam kir.  Buketê da zanîn ku ji ber jinbûn zehmetiyên mezin kişandine lê niha her kesî karê wê qebûl kiriye. 
 
Buketa ku li Mecîdiyekoy a Stenbolê hat dinê qet jiyana wê ya gund tinebû û got havînan diçû gundê Yakakoy.  Buketê wiha got: “Ez li Stenbolê bi karê tekstîlê re mijûl dibûm. Min bazirganî dikir. Şîrketa min hebû. Min hem zanîngeh dixwend hem dixebitîm. Ez û hevjînê xwe di gund re derbas dibûn. Me eciband. Me xwest axek me ya biçûk hebe. Bi wê niyetê em ketin rê. Piştre me biryar da.”
 
Bi bizinekê dest pê kir niha pezê wê heye
 
Buket wiha berdewam kir: “Bizinek min hebû. Hemû pezê min ji wê çêbûn. Di nav demê de çar pênç heb tevlî bûn. Di 2010’an de bizinek me hebû. Di 2017’an de bû 32 bizinên me. Piraniya qada jiyana me aydê wane. Em li ser 10 donim erd bi cih bûn”
 
‘Ez rojê 6 saetan li daristanê me’
 
Buketê bi lêv kir ku rojê 6 saetên xwe li çiya û daristanê derbas dike û bi vê rejî hînê jiyana xwezayî bûye û got: “Di 2015’an de  Wezareta Çandinî û Xurekê  erêkirina hilberînê da û li herêma Muglayê me dest bi hilberîna penîr kir.”